Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
- polîtîka
- 09:13 10/3/2022
Ji ber navê "Kurdistanê" derbarê Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca de fezleke hat amadekirin.
Ji ber navê "Kurdistanê" derbarê Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca de fezleke hat amadekirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da zanîn ku Tirkiye ber bi felaketekê ve tê birin û got: “Em ê xebatên xwe yên Tifaqa Demokrasiyê bileztir bikin. Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye.”
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç diyar kir ku dewlet di mijara pirsgirêka kurd de li gorî kevneşopiya xwe tevdigere û wiha got: “Her tim hewl didin ji demê re vehêlin. Ev stratejiya wan e. Lê ev zîhniyeta ku dibêje; ‘gelo em ê bikarin bi vê stratejiyê 3,5,10 salan paşve bixin’ neçarî têkçûnê ye.”
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di kongreya HDP’ê ya Dîlokê de diyar kir ku AKP bi hevkariya Amerîka û NATO’yê êrişên xwe yên derveyî sînor didomîne û got: “NATO ji we re çareseriyê nayine. Çareserî hevdîtina bi birêz Ocalan re ye.”
Parlamenterê HDP’ê Kemal Pekoz bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe.”
Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Dîlokê, ji bo kongreya xwe ya ku wê di 6'ê adarê de li dar bixe bang kir.
HDP û HDK’ê bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî cotstandartiya welatên ewropî ya li hemberî penaberan da û xwestin ku deriyên xwe bo hemû penaberan vekin.
Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun diyar kir ku di demên pêş de rojeva wan a sereke dê bibe azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Rakirina parêzbendiya parlamentera HDP’ê Semra Guzel, li gelek bajaran hate protestokirin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, rakirina parêzbendiya Guzel weke dijminatiya desthilatdarî û partiyên muxalefetê ya li dijî kurdan pênase kir.
Siyasetmedaran di salvegera 28’emîn a darbeya 2'ê Adara 1994'an de ku bû sedema binçavkirina mebûsên DEP'ê, diyar kirin ku piştî rakirina parêzbendiya mebûsa HDP'ê Semra Guzel jî darbe dewam kiriye û gotin: "Dema mijar dibin kurd, ti ferqa AKP, MHP, CHP û Partiya Îyî ji hev tune ye.”
HDP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 28’emîn salvegera darbeya 2’yê adara 1994’an a li dijî DEP’ê de bi heman gotin û hincetan niha jî parêzbendiya parlamenter Semra Guzel hatiye rakirin. HDP’ê destnîşan kir ku serkeftin dê ya wan û têkçûn jî para darbekaran be.
Koma HDP’ê beriya hevdîtinên ji bo rakirina parêzbendiya parlamenter Semra Guzel, li Meclisê çalakî li dar xist.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier da zanîn ku di kongreya DBP’ê de rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de dîsa hatiye destnîşankirin û wiha got: “Pirsgirêka kurd, bêyî Ocalan çareser nabe.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku pêdiviya Tirkiyê bi rêxistinek demokratîk heye û parlamentoya bihêzkirî bi xeta Rêya Sêyemîn pêkan e.
Biryara rakirina parêzbendiya parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel dê di Lijneya Giştî ya Meclisê de bê nîqaşkirin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç dê li şûna Guzel parastinê bike.