'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
- polîtîka
- 13:46 31/1/2022
Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku divê Ocalan êdî azad bibe û gotinên Erdogan bi bîr xist û ev tişt got: "Rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn."
Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku divê Ocalan êdî azad bibe û gotinên Erdogan bi bîr xist û ev tişt got: "Rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn."
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku hewceye muxalefet pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê bibîne û wiha got: “Yek ji pîvanên sereke ya demokratbûna vî welatî, Îmrali ye. Yê ku Îmraliyê jinedîtî tê, nikare demokrasiyê bîne vî welatî.”
Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku dozger bi doza girtinê dixwaze fikriyata HDP’ê bike hedef û got: “Ev fikr û raman wê bi her awayî biherike. Ne mimkikn tu bend û qeyd herikîna vî çemî rawestînin.”
Meclisa HDP’ê encama civîna xwe aşkere kir. Meclîsê di encamnameyê de aşkere kir ku pêwiste Ocalan bi xwe bi axive û axaftina li şûna Ocalan fêdeyê nade kesan. Meclisê da zanîn ku pir girîng e ku Ocalan fikrên xwe bi raya giştî re parve bike.”
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca li Desteya Giştî ya Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (DGMPKE) axivî û bal kişand ser êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê. Uca da zanîn ku DAIŞ’ê bi çekên NATO’yê êriş kiriye û ev pirs kir: “Gelo çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?”
Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan diyar kirin ku gotinên Kiliçdaroglu bi wate ne lê belê têr nakin.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku axaftinên Erdogan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir dike. Gunay got ku hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive.
Hevberdevkê Herêma Marmarayê yê DBP'ê Mûstafa Tekîk, diyar kir ku wê beriya kongreya xwe ya giştî li 3 herêmên Stenbolê bi gel bên gelhev û banga tevlîbûna van hevdîtin kir.
Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş civîna bi bangawaziya HDP'ê hat kirin nirxand û destnîşan kir ku vebijêrka sêyemîn bivê nevê ye.
DÎB’ê diyar kir ku hatina gelhev a 8 partiyan a bi banga HDP’ê hêviyê dide û wiha got: “Pêdivî bi Tifaqeqe Demokrasiyê ya ji daxwazên guhertin û veguhertinê yên gel re bibe bersiv heye.”
Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik ê bersiva gotina Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglû ya “Rêya demokrasiyê di Amedê de derbas dibe” da û bi lêv kir ku xwediyên pêşniyarên çareseriyê yên ser pirsgirêka kurd, divê peymana civakî îmze bikin.
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku daxuyaniya "Dê hesab bidin Îmraliyê" ya Erdogan "bêcîdiyetî" ye û got: "Erdogan sûcên mezin kirin. Ew ê hesab bide gelê kurd û gelên Tirkiyê."
Berdevka EHP'ê Ozge Akman, diyar kir ku Tifaqa Demokrasiyê ji bo têkoşînê bûye cihê zemîneke girîng û got: "Em dikarin hêzeke damezrîner û guherîner çêbikin."
Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê daxuyaniyek da. HDP’ê diyar kir ku di dema êrişê de şervanên HSD’ê ji bo destwerdana li rewşê xwestin derbasî Hesekê bibin lê belê rastî êrişa SÎHA’yan hatin. HDP’ê ev yek weke ‘alîkariya hewayî ya bi DAIŞ’ê re’ pênase kir û xwest ku hêzên li pişt vê êrişê bên lêkolînkirin.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç ku di kongreya partiya xwe ya Edenê ku gel li eywanê bi cih nebû de axivî, diyar kir ku bêyî HDP'ê li Tirkiyeyê nikare hevsengiyek bê avakirin.