HDP çû serdana CHP’ê
- polîtîka
- 12:02 05/2/2021
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ziyaret kir.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ziyaret kir.
HDP di 8’ê sibatê de kampanya bernameyek naverokek tije dide destpêkirin û dirûşma sereke ya kampanyayê jî wek “Ji Bo Her Kesî Edalet” hat diyarkirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê dê bernameyê eşkere bikin.
Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, têkildarî daxuyaniya Serokkomar Erdogan a “destûra bingehîn a nû” xebatên sala 2011’an ên li Meclîsê hatibûn kirin bi bîr xist û wiha got: “Sicîla AKP’ê xerabûyî ye."
Parlanetera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bi armanca Wezîrê Edaletê bibersivîne pirsname da meclîsê û pirsa "Eger tişta li Girava Îmraliyê û girtîgehên Tirkiyeyê pêş dikeve ne tecrîd û îzolasyon be çiye? Li gorî we tecrîd çiye?" pirsî.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Meclîsê Mustafa Şentop re civiyan. Sancar diyar kir k udi rojeva wan de siyaseta demokratîk heye û got: “Siyaseta demokratîk her ku zindî bimîne wê hêviya çareseriyê jî zindî be. Me ji Meclîsê jî xwest di vê çarçoveyê de hin bêtir rol bigire ser milê xwe.”
Parlamentera HDP’ê Semra Guzel, avahiya ku li navçeya Farqînê li ser hemama dîrokî ya ji dema Eyûbiyan maye tê lêkirin, bi rojeva meclisê û pirsa ku derbarê rayedarên destûr dane avahiyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na kir.
Hevserokê Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkadîr Omer, diyar kir ku Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne.
Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr beriya 2 salan di axaftina xwe ya 8’ê Adarê de ji Leyla Guven a di girtîgehê de bû re silav şandibû û qala tecrîdê kiribû. Ew axaftina Taşdemîr bû mijara fezlekeyê.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome û got: “Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”
Heyeta KCD, TJA, DBP û HDP ku li Êlihê di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de esnafan vexwand daxuyaniya çapemeniyê ku dê di 29'ê Çileyê de bê kirin.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku pirsgirêk bi krîmînalîzekirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çareser nabin û xwest ku banga Ocalan a “hêza nerm” ku di gulana 2019’an de kiribû bê bersivandin.
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç, anî ziman ku ji bo partiya xwe ava bikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: “Mafên mirovan xistin bin pîyan. PÎA di wîcdanê gel de hatiye avakirin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, kuştina jinên siyasetmedar a li Hesekê şermezar kir û wiha got: "Em kuştina siyasetmedarên jin Seda Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar û kuştina 32 sivîlan a di êrîşa DAIŞ'ê de şermezar dikin. Tenê rêya têkçûna daîmî ya DAÎŞ'ê yekîtiya têkoşîna gelan e."
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, bi boneya zarokên li gel dayikên xwe girtî bên berdan ji hikûmetê xwest zagon bê guhertin. Gergerlîoglu, destnîşan kir ku heta dawiya sala 2020'an zêdeyî 800 zarok li gel dayikên xwe girtî bûn.
Şandeya HDP’ê ku ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ didomîne, bi karkerên çandiniyê , gundî û rêxistinên pîşeyî re hat gel hev û pirsgirêkên wan guhdar kir.