Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat
- polîtîka
- 14:46 02/3/2021
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de axivî û wiha got: "Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya vî welatî. Em ê biharê bînin welêt."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de axivî û wiha got: "Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya vî welatî. Em ê biharê bînin welêt."
Di ser darbeya 2'ê Adarê ya li dijî DEP'ê re 27 sal borîn. Têkildarî salvegera darbeyê siyasetmedar Sirri Sakik, nirxandin kir û got: "Ne 27 sal, 47 sal derbas bibin û partî bên girtin jî dîsa pirsgirêka Kurdan didome. Mixabin hêj di polîtkayên şaş de israr dikin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi alimên olî re civiya û wiha got: “Heta ku edalet pêk neyê, başî jî pêk nayê. Heke em werin ba hev, em dikarin xerabiyê ji holê rakin.”
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay anî ziman ku Mutabaqata Dolmabahçeyê riya çareseriyê û aştiyê ye û îqtidarê vê firsenda dîrokî kir qurbanê desthilatdariyê.
Di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de heya niha gava herî dirêj di sala 2015'an de bi îmzekirina Peymana Dolmabahçeyê re hatiye avêtin. Cîgirê Hevserokatiya HDP'ê Tayip Temel got: "Niha tişta divê bê kirin, cardin vegera li metna peymanê ye."
HDP'ê li Riha û navçeya Qelqeliya Wanê kongreyên xwe li dar xist. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tûncer Bakirhan ê di kongreya Rihayê de axivî û got: “Em ê zêdetir li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku em mafdar in. Yekane hêza ku van têk bibe em in.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li Qoserê di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de tevî astengiyan jî di daxuyaniya girseyî de axivî û got: “Tecrîda li Îmraliyê çawa li tevahiya Tirkiyê belav bûye em li Qoserê dibînin. Li tavilê divê deriyê Girtîgeha Îmraliyê vebibe.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” de çû serdana EMEP’ê li ser armanca kampanyayê nêrînên xwe parve kir.
Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mûstafa Şentop, daxuyand ku derbarê parlementeran de 33 fezlekeyên nû hatine Meclîsê.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu, diyar kir ku partiya wan xebatên avakirinê dane destpêkirin û anî ziman ku bi hemû beşên civakê re wê kampanyaya “Destpêkê Edalet” bi rêxistin bikin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku îqtidar ji ditirse ku hesabê operasyona Garê bide û got: “Ji meseleya Garê direvin, çimkî sûcdar in.” Bûldan têkildarî hedef nîşandana HDP’ê jî got: “Îqtîdarê heke tiştên di pêvajoya çareseriyê de soza wan ji bo me dabû, wextê cih û dema wê were heke em eşkere nekin, em nemerdin.”
Wekilê Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, mijara kesên xwe wekî polîsan didin naskirin û li kolanan mirovan direvînin anî rojeva meclîsê û got: "Îqtîdar li Torosên Spî xwedî derkieve û li dijî vê yekê lêpirsinek çalak nade meşandin.
Serokatiya Meclîsê diyar kir ku di Serdema Qanûndanînê ya 27’an de ji 38 hezar û 999 pêşniyarnameyên ku pêşkêşî wezaretan hatine kirin jê 12 hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hatine hiştin.
Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay, di bersiva xwe ya ji bo pêşnûmepirsa têkildarî Komkujiya Parîsê de diyar kir ku Wezareta Edaletê ji rewşê berpirsyar e.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku îqtidar li ser kesên di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dane siyasetê dike û got: “Yên ku heqîqetê berovajî dikin, dixwazin xwe bi siyaseta şer û kuştinê birêve bibin û meseleya Garê îstîsmar dikin.”