Soran Omer: Tişta ku AKP li bakur dike, PDK jî li vir pêk tîne
- polîtîka
- 09:04 29/7/2020
Parlamenterê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê yê berê Soran Omer ê ku mafê destnedayina wî hat rakirin, têkîldarî polîtîkayên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê birêve dibe got: “Tişta ku niha Tirkiye li hemberî parlementerên kurd ên bakur dike, PDK jî li başur heman tiştî li hember parlementeran dike. Em ê li dijî van kirinan têbikoşin û paş de gav neavêjin.”