DEM Partiyê ji bo şewata Amed-Mêrdînê pêşniyaza ‘herêma karesatê’ kir
- polîtîka
- 16:41 24/6/2024
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ku têkildarî şewata di navbera Amed û Mêrdînê de çêbû daxuyanî dan, diyar kirin ku maseya krîzê ava kirine û gotin: "Qethiyen em ê gelê xwe bi tenê nehêlin. Em ê bi hev re birînên xwe bicebirînin."
Komîsyona Koçber û Penaberan a DEM Partiyê îşaret bi wê yekê kir ku li Tirkiyeyê li ser penaberan baziriyên avneteweyî tên kirin û diyar kir ku divê li ser mafên koçber û penaberan bazarî neyê kirin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigît bi wesîleya cejnê serdana Şaredariya Geverê kir û got heta ku şaredarî li gel were vegerandin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û teqez ew ê bi ser bikevin.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî Tifaqa Komarê wiha got: “Em ê neyên listikên fitnekaran.” Erdogan bi gotian “4 salên bêyî hilbijartin’ jî rê li ber hilbijartina pêşwext girt.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir serdana avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê ku êriş lê bûbû, kirin.
DBP, TJA û DEM Partiyê li dijî darbeya li vîna gelê Colemêrgê hatiye kirin, kolan bi kolan geriyan û welatî vexwendin mitîngê.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku daketina kolanan a leşkeran a piştî tayînkirina qeyûm darbe ye. Hatîmogûllari, wêneyên dema leşker daketin kolanan nîşan da û wiha got: “Dê dîrok vî wêneyî ji bîr neke. Hemû kes bû şahid ku leşker jî tev li darbeya siyasî ya li Colemêrgê bûn.”
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê serdana CHP, Saadet Partî û DEVA'yê kirin. Di hevdîtinê de li ser helwesta demokratîk a li dijî tayinkirina qeyûman guftûgo hat kirin.
Parlamentera CHP’î Sevda Erdan Kiliç bertek nîşanî biryara tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Em neçar in ku li dijî feraseta qeyûm têbikoşin. Divê hemû kesê aligirên demokrasiyê li dijî vê ferasetê deng derbixin.”
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di nav de gelek parlamenter li dijî darbeya qeyûm çûn Wezareta Karên Hundir û hevdîtinan pêk tînin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ê biryara qeyûm weke “Bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê” nirxand, wiha got: “Demokrasiya li gorî te û li gorî min nabe.”
DÎB destnîşan kir ku desthilat amadehiya şer dike û da zanîn ku piştgirîdayîna bi navê “berjewendiyên neteweyî” a muxalefetê rewşa karesatê girantir dike û bang li kumxalefetê kir ku helwestekî zelal nîşan bide.
Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan têkildarî mirina hevjînê Tansû Çîller daxuyanîda û got: “Hevjînê te li ser nivînê xwe mir, lê yên me bi îşkenceyê hatin kuştin.”