Qeyûm maşîna ku ji bo Erdogan bi 375 TL kirê kir, ji bo Soylu bi hezar û 100 tl kirê kir
- polîtîka
- 10:46 04/9/2019
Belgeyên nû yên ruşwetê yên Şêwirmendê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê û Walî Mustafa Yaman, Bulent Erdolu derketin holê. Li gorî van belge û fatûrayan, maşîna ku ji bo Serokomar Erdogan bi 375 tl kirê kirin, heman maşîne ji bo Wezîrê Karên Hundir Soylu bi hezar û 100 tl krî kiriye.