Xebatên hilbijartinê yên li Rihayê heta danê paşîvê domiyan
- polîtîka
- 11:12 29/3/2024
DEM Partî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Rihayê heta danê paşîvê mal bi mal digere û hevdîtinan bi gel re dike.
DEM Partî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Rihayê heta danê paşîvê mal bi mal digere û hevdîtinan bi gel re dike.
Ciwanên li Dîlovasiya ku ji ber bêkariyê gelek kesan koçî Ewropayê kiriye, anîn ziman ku ji bo guherînê dê biçin ser sindoqan. Ciwanan îşaret bi DEM Partiyê kir û wiha gotin: “Li her cihê ku biserdikeve bihar tê, çima bila bihar neyê vir?”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitînga Silopiyayê de axivî û ji bo dîplomasiya dewleta tirk a ji bo amadekariyên şer wiha got: “Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Bazarcix û Dîgorê tev li hevdîtinên bi gel re bû û ev peyam da: “Gelê Dîgorê dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve û şaredariya xwe bi dest bixe.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Bazîdê axivî û wiha got: “Çavê me li malê tu kesî nîne. Lê em mêtingeriya tu kesî jî qebûl nakin. Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin.”
Li navçeya Şemrexê bi sedan welatiyan ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re bi meşaleyan meş li dar xistin.
DEM Partî ji bo bidestxistina Şaredariya Cîhanbeyliyê bi ruhê seferberiyê dixebite. Namzetên hevşaredariyê Eylul Yaylaci û Hasan Ateş got ku dê serkeftina wan bibe bersiva li dijî polîtîkayên pişaftinê.
Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê yên DEM Partiyê Meral Alagoz Îmre û Gursel Eren diyar kirin ku ew amade ne şaredariya navçeyê ku AKP’ê ew kiriye kavil, bi rê ve bibin.
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Wêranşarê Serhat Dîcle Înan û Bedriye Yorgûn, diyar kirin ku ew ê şaredarîvaniyeke li ser hîmê beşdariyê û demokratîkbûyînê esas bigirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di mitînga Çewligê ku bi hezaran kes tevlibûn de axivî, li dijî gotinên Tayîp Erdogan ên “bila xwe îspat bikin” ku ji bo partiya wan gotin, ev tişt got: “Em jî dibêjin ku tu derkeve xwe îspat bike.”
DEM Partiyê lez da xebatên xwe û li hemû deriyan dixe. Ji bo hilbijartinê çendek roj mane û partiyiyan got ku dê di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga Çewligê de axivî û wiha got: “Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye. Şêx Seîd dema çûy ser ber sêdarê got; ‘min tiştekî ku neviyên min ji min şerm bikin nekiriye.’ Em jî dibêjin ku dê neviyên te, te nedin şermê.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, bi lêv kir ku hilbijartina 31’ê Adarê ji bo hebûn, ziman û nasnameya kurdan referandûm e û wiha got: “Em ê serbikevin û pêşiyê li vê siyaseta şer bigirin.”
Li navçeya Qilebanê xebata hilbijartinê veguherî meşê. Girse bi dirûşma “Rabe DEM hat” meşiya û banga çûna ser sindoqan û xwedîderketinê hate kirin.
DEM Partiyê beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê li navçeya Elkê perwerde ewlehiya sindoqan da peywirdarên sindoqê û muşahitan.