Ji bo tevlîbûna Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê bang
- polîtîka
- 14:05 26/10/2018
Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên Wanê, ji bo tevlîbûna Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya di 25’ê Mijdarê de li Amedê bê lidarxistin, bang kir.
Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên Wanê, ji bo tevlîbûna Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya di 25’ê Mijdarê de li Amedê bê lidarxistin, bang kir.
Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, diyar kir ku armanceke tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî astengkirina pêkanîna yekîtiya netewî ye û got: "Tecrîd rê li ber yekîtiya netewî digire."
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarısaç, di kongreya TUHAY-DER'ê de diyar kir ku ger gelê kurd tev bibe yek û destê xwe bide hev dikarin girtiyên siyasî azad bikin û xwe ji faşîzma heyî rizgar bikin.
Wekîlen Serokên Koma HDP'ê Ayhan Bilgen û Fatma Kurtulan, ji bo demokratîkbûn û pêşxistina azadiyan 3 pêşnûna-qanûn dan meclîsê.
Rojnameya Yenî Şafakê bi sernavê "Dora karsazên PKK'yî ye" nûçeyek serwîs kiribû. Parlementerê HDP'ê Selçûk Mizrakli bertek nîşanî vê yekê da û got: "Eger li partiyeke ku bi pereyên mezin kar dikirin digerin, nexwe bila li partiya îktîdarê û alîgirên wê binerin."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, çû serdama sendîkaya Kar a Şaredariyan û got: “Hilbijartina herêmî fersendeke. Di hilbijartinê de, divê em xwe ji şerma demokrasiyê û qeyûman rizgar bikin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî banga aştiyê ya duh bû rojev got: “Ne banga îtîfaqekê ye. Heke aliyên şer hevdîtina bikin dê muxatab hevdîtinê bikin. Ji ber vê ye ku min navnîşanê Îmraliyê nîşan da. Em jî neçarin piştevaniya pêvajoyek wiha bikin.”
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen krîza di navbera îtîfaqa AKP-MHP de dest pê kir nirxand û got: “Divê muxalefet ne li gorî AKP’ê li gorî daxwazên civakî pozîsyona xwe bigire. Divê muxalefet nekeve nav tiraliya çawa bibe jî îtîfak tune ye û pêdiviya min jî bi kesî nîne.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di civîna koma partiya xwe de bal kişand ser tecrîta li ser Ocalan û got: “Aştî îro dibin tecrîtê deye. Em carek din dibêjin; An hûnê li ser maseyê rûnin, an jî hûnê şer bidomînin. Werin li ser vê maseyê rûn in. Em ji bo piştgiriyê amaden e.”
HDP'ê ku li Amedê dest bi xebatên hilbijartinê kir, niha hewl dide serketina 24'ê Hezîranê di hilbijartina herêmî de jî bi dest bixe. Di vê çarçoveyê de HDP hewl dide li herêmê îtifaqa kurd û li rojavayê welat jî "Eniya Demokrasiyê" çêbike.
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhen Bîlgen têkildarî kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi got: “Heke ser van daxuyaniyên bêberpirsyar bê niximandin, şirîkê sûc yên ku firsatê dane her kes e. Desthilatdariya Tirkiyeyê jî daxîlî vê ye.”
Heyeta ji nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), pêk dihat, ji bo nirxandinên rewşa herêmî, Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman ziyaret kir. Di ziyaretê de Osman bang li gelê Kurdistanê kir ku hêzên xwe yên xweser ji xwe re esas bigrin û lêvegerek hevbeş di rêya lidarxistina Kongreyeke Netewî Kurdistanî ava bikin.
Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, bal kişand ser hilbijartina rêveberiyên herêmî û diyar kir ku ev hilbijartin di heman demê de referanduma hiqû, demokrasiyê ye.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku Erdogan li Amedê cara duyemîn e stadyumê vedike û ji bo hilbijartina herêmî jî got: “Em ê wek Amedsporê bi vê maçê bi ser bikevin. Hem li Amedê û hem li hemû bajarên qeyûm tayîn kirin e bigîhîjin serkeftinê.”
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê piştî 20 rojan encamên fermî yên hilbijartina Parlementoya Herêma Federe ya Kurdistanê eşkere kir.