Prof. Jongerden: Rusya zû dereng dê li Îdlibê operasyonê pêk bîne
- polîtîka
- 10:02 20/9/2018
Akademîsyê Zanîngeha Wagenînen Prof. Joost Jongerden, bal kişand ser hevdîtina di navbera Tirkiye û Rûsya ya li ser Idlimê û wiha got: "Ger ku hêzên li Idlibê peymanê red bikin, dê bi komên radîkal ên çekdar ên Tirkiye re rû bi rû bimînin. Jongerden, da zanîn ku Erdogan li ser navê kesên ku ne li ser masê bûn bi Rûsya re li hev kir û wiha got: "Zû dereng dê Rûsya li dijî Idlibê operasyonê pêk bîne. Yê taliyê bi ser bikeve Rûsya ye.