Buldan: HDP’ê bi hemû gelan re îtîfaq pêk anî
- polîtîka
- 10:18 24/5/2018
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser rol û mîsyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: “Dema em bên ser kar, tecrîda li ser Ocalan deynin aliyekê, der barê wî de geşadanên nû dê pêk werin.” Buldan anî ziman ku HDP bi hemû beşên civaka Tirkiyeyê re îtîfaq pêk aniye û banga di nava îtîfaqê de cih girtinê li gelê kurd kir.