Buldan: Daxwazên 5 partiyan daxwazên me ne
- polîtîka
- 12:53 04/5/2018
Hevdîtina 5 partiyên ku “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” ava kiribûn a li gel HDP’ê bi dawî bû. Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozeçelîk anî ziman ku hevdîtina wan erênî derbas bû. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî da zanîn ku daxwazên 5 partiyan daxwazên HDP’ê ne û yên gelê kurd ên hevpar in.