HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
- polîtîka
- 14:56 27/6/2022
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan ji bo kongreya mezin a partiya xwe ku dê di 3’yê tîrmehê de li dar bixe banga beşdariyê li gel kir.
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan ji bo kongreya mezin a partiya xwe ku dê di 3’yê tîrmehê de li dar bixe banga beşdariyê li gel kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku AKP'ê bi înkara kurdan ji arenaya siyasî dûr xist û wiha got: "Kesên nasnameya gelê kurd înkar dikin, kurdan diavêjin girtîgehê, dixwazin wan ji parlamentoyê dûr bêxin tu caran biserneketin."
DBP’ê ragihand ku dest bi xebatên avakirina rêxistina xwe ya li Êlihê kiriye.
HDP xwe ji bo kongreya mezin amade dike û tê payîn ku Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar hevserokatiya giştî berdewam bikin. HDP di mijara namzetiya hevpar a hilbijartinê de jî helwesta “muzakereya şefaf” eşkere kiriye û ji bo namzetiya serokkomariyê jî behsa hin navan tên kirin.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bertek nîşanî rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz da û got: “Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e.”
Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş diyar kir ku bi vekirinên dozan û zextan ne tenê HDP, têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê jî tê xwestin bê tasfiyekirin û herkes vexwend kongreya ku dê di 3’yê Tîrmehê de pêk were.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Îmraliyê û wiha got: “Kî bi micidahî nêzî pirsgirêka kurd nebe, kî rêyên demokratîk pêş nexe û kî di mijara pirsgirêka kurd de bikeve pêşbirka nîjadperestiyê dê pir mezin winda bike.”
HDP wê Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin a 5’emîn bi dirûşma “Çareserî em in, serkeftin a me ye” li dar bixe û armanc dike kongre bi beşdariya 100 hezar kesî pêk were.
Ji bo parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Salîha Aydenîz bê rakirin, parlamenterên Endamên Komîsyona Tevlihev ku ji endamên Komîsyona Edalet û Makeqanûnê pêk tên, gazî civînê hatin kirin.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç têkildarî nîqaş û spekûlasyonên di demên dawî de li ser Îmraliyê tên kirin axivî û wiha got: “Divê rê bê dayîn ku Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên siyasî yên li Îmraliyê bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Bila kesek li ser vê mijarê spekûlasyonan neke.”
Meclisa Penaberan û Koçê ya HDK'ê û Komîsyona Penaberan û Koçê ya HDP'ê, diyar kirin ku Tirkiye penaberan biçûk dibîne, wan dike amûra polîtîkayên dijminatiya li biyaniyan û sûc dike.
Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr têkildarî li girtîgehan qedexekirina Meclis TV’yê pêşnûmepirsek dabû Meclisê. Bersiva Îmîr hate dayîn û wiha hat gotin: “Di qedexekirina Meclis TV’yê de tu teserûfa Serokatiya Meclisê tune ye.”
Parlamentera HDP'ê Şevîn Çoşkûn ku pêşnûmeya wê ya têkildarî lêkolînkirin rewşa berastengiyên ku di encama hêza bêrêje ya polîsan de derketine holê lê hat vegerandin, ev tişt got: "Ji bo derxistina holê ya berpirsyaran em ê têkoşîna xwe ya bidomînin."
Serokê Wekîlê Koma AKP’ê Muhammed Emîn Akbaşoglu, qenala Rûdawê ku li Herêma Kurdistanê weşanê dike, wek “terorîst” ragihand.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, bertek nîşanî girtina 16 rojnamegeran a li Amedê da û ev tişt got: "Çapemeniya kurd duh li dijî faîlên meçhûl, kompasên cemaetê bêdeng nebû, wê îro jî bêdeng nebe."