Ji bo bihayê dermanan ji sedî 20 zem hate kirin
- aborî-ked
- 11:36 16/12/2023
Bi biryara di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin re ji 25’ê kanûnê ve ji bo bihayê tevahiya dermanan ji sedî 25 zem hate kirin.
Bi biryara di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin re ji 25’ê kanûnê ve ji bo bihayê tevahiya dermanan ji sedî 25 zem hate kirin.
Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari diyar kir ku mûçeyekî ku mirov karibe bi awayekî jiyane pê debara xwe bike li ser maseya muzakereyê tune ye û got ku divê kedkarên bindest û feqîr bên cem hev û ji bo mafên xwe li kolanan bin.
Ji Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag Karahali diyar kir ku enflasyona fermî nabe parametreya zêdekirina kêmtirîn mûçeyê û wiha got: “Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be.”
Serokê Şaxa Sendîkaya Genel-Îş a Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku sendîka û kardêrên xwedî raye yên di nava Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn de kedkaran temsîl nakin û got: "Ev komîsyon ji karkeran re dibêje 'hikûmet çi bêje em ê wê bikin.'"
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku ji bo edaleta di bacê de pêşniyarqanûneke ji 5 xalan pêk tê pêşkeşî Meclisê kirine û wiha got: “Em dixwazin ev teklîf li Meclisê bi piraniya dengan bê qebûlkirin.”
Cendirmeyan êrişê karkerên Ozak Tesktîlê yên li dijî zext, mobîng û ji kar avêtinan ev 17 roj in têdikoşin kirin û 18 karker û nûnerekî sendîkayê binçav kirin.
Li Nîgdeyê ji 3 karkerên ku ketin tanka kîmyewî ya kargeha gazozan a li Herêma Senayî ya Organîzeyê 2’yan jê jiyana xwe ji dest da.
Karkerên Ozak Tekstîlê li dijî zext, mobbîng û derxistinên ji kar 16 roj in li ber xwe didin.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tevahiya parên şaredariyê yên li Herêma Pîşesaziya Organîze û Herêma Pîşesaziyê ya Pisporiya Tekstîlê dewrî Serokatiya Şopandina Veberhênan û Koordînasyonê ya girêdayî walîtiyê kir.
TUÎK’ê diyar kir ku rêjeya bêkariyê ya li Tirkiyeyê di meha cotmehê de daket ji sedî 8,5’ê. Li gorî TUÎK’ê, di cotmehê 163 hezar kes ji rêjeya bêkariyê kêm bûn.
Cendirmeyan careke din êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin ku li dijî zext, mobbîng û avêtinên ji kar 15 roj in li ber xwe didin. Di êrişê de gelek karker hatin binçavkirin.
Di mitînga mezin a teqawidan a li Enqereyê de daxwaza “Heqdestekî bi têrî jiyaneke mirovane” hate kirin.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû da zanîn ku dê bi dirûşma “Di dahatê de edalet, di bacê de edalet û ji bo kêmtirîn mûçeyeke însanî” li 11 bajaran meşan li dar bixin.
Çalakiya berdana kar a karkerên Ozak Tekstîlê di roja 12’an de didome.
Sekreterê Maliyê yê Sendîkaya Hemû Malnişînan Huseyîn Demîrton diyar kir ku divê kedkar ji bo siberoja zarokan li hev kom bibin û ji bo beşdariya li mîtînga "Malnişîna Mezin" ku dê di 10'ê Kanûnê de bê lidarxistin, bang kir.