TJA’yê piştgiriya karkerên Ozak Tekstîlê kir
- aborî-ked
- 15:34 07/12/2023
Aktîvîstên TJA’yê serdana karkerên Ozak Tekstîlê ku 11 roj in çalakiya xwe ya dest ji kar berdanê didomînin kir.
Aktîvîstên TJA’yê serdana karkerên Ozak Tekstîlê ku 11 roj in çalakiya xwe ya dest ji kar berdanê didomînin kir.
Miftiyê Rihayê hewl da karkerên tekstîlê yên ji bo mafên xwe têdikoşin û ji ber astengkirina leşkeran hatin hewşa mizgeftê, ji wir derxîne.
Çalakiya karkerên Ozak Tekstîlê ku rastî êrişa leşkeran hatin didome û piştî ku karkerên febrîqeyê dest ji kar berdan, hilberîn hate sekinandin.
ÎSÎG’ê diyar kir ku di encama cînayetên kar ên meha mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstîlê yên çalakiya xwe didomandin kirin û nêzî 20 karker binçav kirin.
Li Wanê ku dinya sar bûye welatiyan diyar kir ku fatûreyên ceyran û gaza xwezayî li gorî par 3 qat zêde bûne û ew bi fikar in ku ev yek bihatir bibe.
Altûn Kayaoglû ya 62 salî ku bi salan e li Dêrsimê debara malbata xwe bi sewalkariyê dike diyar kir ji ber ku niha mesref û qezenc li hev dernayên, ji bo jinên ku di şert û mercên zehmet de vî karî dikin, pêdivî bi temînatê heye.
Karkerên Ozak Tekstîlê yên dest ji kar berdane destnîşan kirin ku heya mafên xwe bi dest bixin dê çalakiya xwe bidomînin.
Karkerê bi navê Mehmet Omer Polat ji înşaeta avahiyekî ket û bi giranî birîndar bû.
Karkerên li Rihayê di Tekstîla Ozakê de çalakiya xwe ya dest ji kar berdanê didomînin, anîn ziman ku bi israr in ku daxwazên wan bên bicihanîn.
Karkerên Ozakê ku çalakiya xwe ya karberdanê didomînin, rastî êrişa leşkeran hatin. 2 karker bi lêdanê hatin binçavkirin.
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ê di mitînga Kartalê de axivî, têkoşîna hevpar destnîşan kir û wiha got: “Em vê tarîtiyê belav bikin û têkoşîna edalet û aştiyê bi hev re mezin bikin.”
Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat İşikhan, ragihand ku civîna yekem a Komîsyona Diyarkirina Mûçeya Kêmtirîn dê di 11’ê kanûnê de pêk were.
Serokê Giştî yê Bîrtek-Senê Mehmet Turkmen diyar kir ku desthilat dixwaze barê krîza aborî deyne ser milê kedkaran û got: "Herêmên pîşesaziyê yên ji bo teşwîq û îstîhdamê hatine avakirin, veguherîne kampên koleyan."
Kedkarên Ozak Tekstîlê, tevî dorpêça leşkeran têkoşîna xwe ya ji bo mafên sendîkayê, di roja 4’emîn de didomînin.