Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
- analîz
- 09:12 19/8/2021
Piştî DYA û NATO hêzên xwe ji Afxanistanê derxistin, tê nîqaşkirin ku vê carê hedefa wan Îran e.
Piştî DYA û NATO hêzên xwe ji Afxanistanê derxistin, tê nîqaşkirin ku vê carê hedefa wan Îran e.
Li Iraqê ku di hêla siyasî, leşkerî û aborî de pirsgirêkêb mezin hene, ji bo hilbijartinên ku wê di 10'ê cotmehê de pêk wer in, hemû hêz li ser kurdan hesaban dikin. Amerîka, Îran, Tirkiye, Iraq û PDK ku weke dijberî hev xuya ne li Mexmûr û Şengalê li heman eniyê cih digirin.
Tirkiye dike û nake nikare encamê ji operasyonê li ser deverên Başûrê Kurdistanê werbigire. Tirkiye bi rêya PDK’ê dixwaze gundan vala bike û zozanan qedexe bike. Waliyê Şirnexê û Waliyê Duhokê di du mehên dawî de çar caran li hev civiyan û biryara valakirina 38 gundan û koçberkirina 300 kesî dan.
PDK ku li ser asasê dijberiya PKK'ê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye û di vî warî de peymanên eskerî-aborî îmze kirine, niha jî li dor 12 hezar eskerên xwe hewl dide teza Tirkiyeyê ya "Ez ne li dijî kurdan, li dijî PKK'ê şer dikim" rewa bike.
Hat zanîn ku Sefîrê Tirkiyeyê Hakan Karaçay têkildarî birrîna daran, şewata erd û valakirina gundan a di operasyonên li Metîna, Zap û Avaşînê de, Cîgirê Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Hêmîn Hawramî agahdar kiriye û jê re wiha gotiye: “Ew erdên ku em lê ne me kirîne. Erdên ku me kirîne em rê çê dikin û daran dibirin.”
Aliyekî Peyman Şengalê ku di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin digihîje Projeya Rêya Armûşê ya Çînê. Amerîka jî ji bo ku proje pêk neyê piştgiriya peymanê dike.
Şerê li Qamişlo yê di navbera mîlisên rejîmê û hêzên asayîşê, bicihbûna artêşa Iraqê ya sînorê Şengalê û êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Metîna, Zap û Avaşînê, nîşan didin ku li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurd hatiye avakirin.
Piştî Serokê DYA'yê Jeo Biden û Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan bi telefonê axivîn, TSK’ê li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zap dest bi operasyonên hewayî û bejayî kirin. Dema van operasyonan yên piştî telefona di navbera Bîden û Erdogan de pir balbêk e. Piştî vê hevditinê pirsa "Tirkiye bi van operasyonan çi armanc dike?' tîne bîra mirovan.
Tirkiyeyê, 28 noqteyên leşkerî û 3 baregehên îstixbarî, li noqteyên xwe yên leşkerî û baregehên îstixbarî yên li Herêma Kurdistanê zêde kirin. Perwerdekirina komên paramîlîter ên di demên dawî de xetereya şerê di navbera kurd, sunî û şîiyan di xwe de dihewîne.
Lîstika Rûsyayê ya ji vekişandina herêma Til Rifatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê rojekê domiya. Rojnameger Delîl Zîlan, diyar kir ku zext û şantaja Rûsyayê ya “Ya rejîm an Tirkiye” li berxwedana kurdan eleqiye.
Tê payîn ku polîtîkaya serokê nû yê DYA'yê Joe Biden ya derbarê Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de, di meha Hezîranê de dirûv bigire. Lê belê Rûsya dixwaze rojek berî rojekê qada xwe ya liv û tevgerê berfireh bike. Li Îdlibê jî êrîş li ser êrîşan pêk tên û Tirkiye jî ji nû ve çav berdaye qadên jiyanê yê kurdan.
Bi derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê û radestkirina Tirkiyeyê, komploya li dijî Ocalan dest pê kir û bi girtina Ocalan û tecrîdkirina li Girava Îmraliyê ya 22 salan koplo didome. Parêzerê Ocalan Prz. Cengîz Yureklî, diyar kir ku ji ber tecrîdkirina Ocalan di qada siyasî, aborî, tenduristî û gelek qadên din ên jiyanê de qeyran kûr dibe û wiha got: "Bi tecrîdê dixwaze Ocalan teslîm bigirin. Lê sekna Ocalan a 22 salan ev polîtikayên tecrîdê pûç kiriye."
Di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de hêzên navdewletî bi armanca Rojhilata Navîn li gorî xwe ji nûve biguherînin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî ji Sûriye derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê kirin. Li dijî vê yekê gelê kurd û dostên kurdan bi çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bersîv dan komployê û daketin qadan.
Hêzên Navdewletî ku di sedsala 21'an de dîsa Rojhilata Navîn xistin dorpêçê, ewil Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin armanca xwe. Siyasetmedar û endamê Koma Aştiyê Seydi Firat, destnîşan kir ku piştî têkçûna artêşa Sadam a salên 1990’î hem di qada navneteweyî de hem jî li Rojhilata Navîn gelek tevgerên şoreşger têk çûn û belavbûn û wiha got: "Lê tevgera azadiya Kurd li dijî vê yekê pêş ket, mezin bû û li herêmê bû tevgera azadiyê ya bingehîn. Ji ber wê hêzên navdewletî xwestin pêşî li Tevgera Azadiyê bigirin û komplo pêş xistin."
Li Sûriyeyê ku wergeriya qada lîstikê ya hêzên navneteweyî û hêzên paşverû yên herêmî, aştî weke rojeveke dûr tê disekine. Bêyî ku li Eyn Îsa û Îdlîbê çareserî pêk bê, DAIŞ careke din derket holê û êrişê rejîmê kir.