‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
- çand û huner
- 09:21 13/5/2022
Serê Gulanê ku li herêma Farqînê weke roja bereketê tê zanîn, her sal bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Ji rûspiyên Farqînê Hecî Şerîf Farqînî diyar kir ku weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kevnare ya kurdan e û got: “Divê hemû kes beşdar bibe û xwedî li vê çandê derkevin.”