‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’
- çand û huner
- 09:46 21/2/2022
Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiyên 21’ê Sibatê yên Stenbolê bûyîn diyar kirin ku mirovek tenê dikare bi zimanê xwe, hebûna xwe biparêze. Welatiyan anî ziman ku divê her malbatek ji ewil kurdî hînî zarokên xwe bike û xwestin ku êdî zarokên kurd li dibistanan bi zimanê zikmakî bên perwerdekirin.