Li Atînayê dê ji bo Efrînê bimeşin
- cîhan
- 15:00 23/3/2018
Çalakiya greva birçîbê ya 5 rojan a li paytexta Yunanîstana Atînayê ji bo şermezar kirina êrîşên li ser Efrînê dest pêkir, bi dawî bû. Çalakvan dê sibe li Atînayê meşeke girsî pêk bînin.
Çalakiya greva birçîbê ya 5 rojan a li paytexta Yunanîstana Atînayê ji bo şermezar kirina êrîşên li ser Efrînê dest pêkir, bi dawî bû. Çalakvan dê sibe li Atînayê meşeke girsî pêk bînin.
Kurd û dostên kurdan li Swîsreyê Newroz pîroz kirin û piştgirî dan berxwedana Efrînê. Li Kanadayê jî ji bo Efrînê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Endamê Komîteya Karên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim li ser vexwendina partiyên siyasî li parlamentaya Swêdê axivî û êrîşên TSK û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê nirxand. Muslîm, diyar kir ku bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’ê ketin Efrînê.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron careke din dubare kir ku welatê wî li dijî operasyona Tirkiyeyê ya ku li Efrînê ye û dê ti carî piştgiriyê nede destwerdana Tirkiyeyê li Efrînê.
Platforma Piştevaniya bi Efrînê re banga “Di 24’ê adarê de li çar aliyê cîhanê ji bo Efrînê em bikevin tevgerê” kir.
Li Paytextê Afganistanê Kabilê di pîrozbahiya Newrozê de êrîşa xwekujiyê pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 29 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn. Li Paytextê Sûriyeyê Şamê jî êrîşa bi roket pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bi wêneyan, karîkatûran û dîmenan êrîşên li dijî Efrînê di ekranek mezin de li ber Parlamentoya Ewropayê tê bişewqkirin.
Kurd û dostên kurdan ên li Ewropa dijîn, bi dirûşmeya “Her der Efrîn, her der berxwedan" ji bo Efrînê Agirê Newroze pêxistin. Gel di pîrozbahiyê de ji bo Ocalan azadî xwestin û xwestin tecrîd bi dawî bibe.
Wezareta Karên Derve ya DYA, diyar kir ku li ser mijara Minbiçê wan û Tirkiye li hev nekiriye.
Greva birçîbûnê ya li Atînayê ku ji bo Efrînê dest pê kir a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) di roja duyemîn de ye.
Neteweyên Yekbûyî (NY), xwest ku sîvîlên bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin, bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê.
Buroya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raporekê diyar kir ku rewşa OHAL'ê ya li Tirkiyeyê bi awayekê rûtîn tê dirêjkirin û mafê bi sed hezaran kes tê binpêkirin. Di raporê de hat gotin, derbarê berpirsên komkujiyên di dema rêveberiyên xweser de tu lêpirsîn nehatine kirin.
Nivîskarê bi tecrûbe yê Rojhilata Navîn ê rojnameya Independentê Patrick Cocburn diyar kir ku komên OSO’yê yê ketin navenda Efrînê bi piranî endamên DAIŞ'ê an jî yê El Kaîde yên kevn in.
Gelek rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîrên Fransî li dijî êrîş û şerê Tirkiye yê li ser ax û gelê Efrînê bang li hikûmeta Fransayê kirin ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bixwaze ku herêm li firîna balafiran bê qedexekirin.
Siyasetmedarên Fransî, parêzer û parêzvanên mafê mirovan, li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê kampanyayek dan destpêkirin.