Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn
- ekolojî
- 09:02 22/12/2023
Birîna daran ku di bin çavdêriya leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve tê kirin, havîn û zivistanê didome. Endamê Komîsyona Hawirdorê ya DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, diyar kir ku desthilatê li dijî xwezaya Kurdistanê şerekî polîtîk daye destpêkirin û got: “Tenê di 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn.”