Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin

  • rojane
  • 16:19 2 Kanûn 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên komên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin. 

Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin protestokirin. 
 
AMED
 
Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmênêr Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat protestokirin. Girseya ku li navçeya Peyasê hate gel hev, li Parka Rojava daxuyanî da.
 
Di destpêka daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn axivî û diyar kir ku ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn li Sûriyeyê belav bûne, gelê Şehba, Tel Rifat û Helebê di bin xeteriyeke cidî de ne. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku di têkoşîna parastina Rojhilata Navîn a aştiyane û nirxên mirovahiyê de bi Rojava re bibin yek.”
 
Piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û diyar kir ku dewletên netewe û hêzên emperyal li dijî jiyana nû ya li Rojava hatiye avakirin êriş pêk anîne û naxwazin ev gel bi hev re bijîn û got, “Divê em li dijî şer û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku her kêlî pêş bikevin bên cem hev. Ji bo parastina vê modelê divê her kes di serî de jin, sosyalîst û parêzvanên azadî dengê xwe bilind bike.”
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina DEM Partî ya Geverê desteserkirin û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir. Girse beriya daxuyaniyê ji avahiya navçeyê heta navenda sûkê bi dirûşmeyan meşiyan.
 
Rêveberê DEM Partiyê Resul Temel piştî meşê metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Çeteyên ku HTŞ û SMO’yê pêşengiyê dikin, êrişî Helebê dikin. Ev êriş ji aliyê çeteyên paramîlter ên girêdayî desthilatdariya AKP-MHP’ê ve tên kirin. Em ê bi hêzên ked û demokrasiyê re li dijî polîtîkayên dijminatiya Kurd a desthilatdariyê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef, rawestin.”
 
ŞIRNEX
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Şirnexê, li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Silopiyayê tekildarî êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî  daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye" hat hilgirtin û dirûşmên, "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin berzkirin.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk di daxuyaniyê de anî ziman ku bi êrişan deskeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef tên girtin û wiha got: “Em bang li hemû dinyayê dikin.  Li Rojava li pêş çavê hemû cîhanê şerê mirovahiyeyê hat dayin. Îro parastina Rojava ne tenê berpirsyariya gelê Rojava lê berpirsyariya hemû cîhanê ye. Li dijî van êrişan divê em tifaqa xwe çêbikin û dest bidin hevdû.”
 
'ROJAVA NE BI TENÊ YE'
 
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî bi lêv kir ku komên paramîlîter ên êrişî Helebê kirin, berdewamiya DAÎŞ’ê ne û wiha pê dê çû: "Bi van êrişan tê xwestin ku Şoreşa Rojava bifetisînin. Ew bûyerên ku li Rojava û Sûriyeyê diqewimin, raste rast giredayî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ne. Ev şer, li Rojhilata Navîn pêk te. Bi vî şerî dixwazin gelan bifetisînin. Yên ku li dijî vî şerî dertên jî weke Şoreşa Rojava dibin hedef. Dema DAÎŞ’ê li Mûsilê dest pê kir û berê xwe da Kobanê, îro jî li Helebê dest pê kirin û berê xwe didin Minbicê. Ew yek ne tiştekî rasthatî ye. Dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin. Ew êriş ne ji aliyê mislimantî û ne jî ji aliyê mirovatiyê vê nayê qebûlkirin. Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê divê li dijî vê qeyranê bêdeng nemînin. Divê gelê Kurd bizanê ku Heleb, Amed e. Parastina destkêftiyên Kurdan erka her Kurdekî ye. Bi rihê Kobanê li Rojava seferberî hat ragihandin. Divê li her deverî Kurd deng bidin dengê yekitî û Rojava. Em li şoreşa Rojava xwedî derkevin. Şoreşa Rojava şoreşa gelan e. Parastina wê ya mirovahiyeyê tevahiyê ye. Bi ruhê ‘Jin, jiyan, azadî’ şoreşa Rojava li dinyayê bûyê mînak. Yên ku dixwazin vê mînakê ji holê rakin. Rojava ne bi tenê ye. Gelê Kurd ne bi tenê ye. Em ê destkêftiyên Rojava li her derê biparêzin."
 
 Daxuyanî bi çêpik û dirûşmeyan bi dawî bû.
 
WAN
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Hunerê daxuyaniya çapemeniyê da. Parlementerên DEM Partî yên bajêr Gulcan Kaçmaz Sayyigit, Parlementer û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdisan (KKP) Sînan Çîftyurek û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Li ser navê platformê Engîn Işik daxuyaniyê xwend. Işik bal kişand ser desteserkirinên qeyûmê.
 
Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Em bang li Kurdistanî û gelên cîhanê dikin ku li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin û bikevin tevgerê.”
 
 
 
 

Sernavên din

04/12/2024
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e