Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>

  • rojane
  • 12:52 3 Kanûn 2024
  • |

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulah Hatîmogûllari bertek nîşanî gotinên Bahçelî da û wiha got: “Dev ji gefxwarinê berdin û deriyên Îmraliyê vekin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma Meclisê ya heftane ya partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Endamên şandeya navneteweyî yên bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dayin jî tev li bûn. 
 
Tulay Hatîmogûllari, bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê bal kişand ser pirsgirêkên astengdaran û got ku dê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. 
 
'PERGALEKE NÛ TÊ DÎZAYNKIRIN’
 
Tulay Hatîmogûllari, krîza pergala kapîtalîst roj bi roj kûrtir dibe û ji bo ji vê krîzê xelas bibin tifaq û komên nû tên avakirin. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku rageşiyên ji ber şerên bazirganiyê, xetên enerjiyê, hevrikiya jeopolîtîk û hwd. roj bi roj zêdetir dibin û di vê aloziyê de li Rojhilata Navîn şikestineke mezin çêdibe. Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku li Rojhilata Navîn pergaleke nû li ser bêpergaliya heyî tê avakirin û vê yekê ji Helebê heta Til Rifet û Şehbayê pêla koçberiyê daye destpêkirin. 
 
Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî wiha got: “
 
Ji ber şerê çendek rojên dawî bi dehhezaran kes ketin rêyên koçberiyê. Hêj hubrê peymana Îsraîl-Lubnanê ziwa nebûbû ku li Sûriyeyê şer dest pê kir. Rêxistina Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku li tevahiya cîhanê weke rêxistina terorê tê qebûlkirin û SMO’yê, êrişî hin cihan kirin. Weke ku tê bîra we, SMO ew rêxistine ku Tirkiye ji lojîstîkê heta mûçeyên wan her tiştê wan pêşwazî dike. Em dipirsin;  HTŞ, SMO, El Qaîde û DAIŞ şerê wekaletê yê kê dikin? Em li benda bersiva van pirsan e. Ketin yek ji bajarên herî girîng ê Sûriyeyê, Helebê. Ev çeteyên şerê wekalatê dikin, hewl didin bi darê zorê van bajaran talan bikin. 
 
Êrişên çeteyan ên li dijî Til Rifetê jî didomin. Me ev fîlm di sala 2011’an de jî temaşe kiribî. Em niha sehneyên nû yên fîlmî temaşe dikin. Hevkêşeya şerê Rojhilata Navîn, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha veguherî rewşekî tevlihev. Ketina rewşa Lubnanê, Tirkiye jî di nav de ji bo hemû welatên herêmê xetere ye. Zîhniyeta ku bi çavên fethkirinê li herêmê dinêrin û aştiya xwe ya navxweyî taloq dikin; piştrast bibin ku dê mîna Lubnanê pê bibe. Hêvîdarin ku îktîdar ji vê rewşê bo xwe dersan bigire. 
 
HÛN BÛN PARÇEYEKE HILWEŞÎNÊ
 
Ez bang li aqilê dewletê dikim; hûn bi tevlibûna şerê li Sûriyeyê yê di sala 2011’an re bûn parçeyeke hilweşînê. Nekevin pey tiştên nû. Hêzên xwe yên wekîl neşînin qadê. Dev ji xeyalên xwe yên Osmaniya Nû berdin. Heta ku hûn wiha bikin dê vî welatî ber bi karesatê ve bibin. Di vê pêvajoya aloziyê de nekevin pey hewldanên tunekirina destkeftiyên kurdan ên li Rojava. Li Rojhilata Navîn hesabên malê û yên sûkê hev nagirin. 
 
PRATÎK Û ZÎHNIYETA DAIŞ’Ê
 
HTŞ a ku xwedî pratîk û zîhniyeta DAIŞ’ê, ne tenê ji bo Sûriyeyê lê ji bo Tirkiye û hemû cîhanê xetere ye. DAIŞ û baskên wê, HTŞ, SMO û rêxistinên din weke tiştên nû bin pêşkeşî me nekin. Em pratîka van ji El Qaîdeyê, El Nusrayê û ji DAIŞ’ê baş nas dikin. Ev xetereye dê vegere û li we bixe. 
 
LI HUNDIR AŞTÎ LI HERÊMÊ AŞTÎ
 
Belavbûna tundiya li Rojhilata Navîn hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo welatên herêmê karesat e. Em dibêjin ku werin em jeopolîtka aştiyê ya herêmê cîbicî bikin. Werin em aştiya navxweyî û herêmî bixin meriyetê. Ev êriş li dijî me tevan û pêşeroja me ne. Em van êrişan bi tu awayî qebûl nakin. Têkoşîna DEM Partiyê ji bo çareseriya demokatîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd e. Em li gel avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk in. Di demeke gefa şerên nûkleerî li ser cîhanê heyîn de tekane çare, aştî ye. Em li vir careke din dibêjin ku dê çete û hêzên li pişt wan têk biçin. 
 
AX ÊDÎ JI MIRINÊ BÊZAR BÛ
 
Ji 1’ê Cotmehê heta niha di rojeva Tirkiyeyê de gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê hene. Derheqê pirsgirêka kurd de nîqaşên nediyar didomin. Êdî ax ji mirinan bêzar bû û xelk jî ji hejariyê. Lewma em dibêjin bila ev rewşa pevçûn, hejarî û şer bi dawî bibe. Me zimanê xwe yê aştiyê parast. Lê hinek derdorên bêar dibêjin ‘Hevserokên DEM Partiyê çareseriyê naxwazin.’ Ev gotinên wan derew in. 
 
DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN
 
DEM Partî, hêviya aştiyeke birûmet e. Gelo ji bo aştiyê çi projeya serokkomarê digot hêviya min tune ye, heye? Ne tenê em, her kes vê mereq dike. Em li bendê ku hûn di vê mijarê de daxuyaniyê bidin. 
 
Weke tê zanîn ez û Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan sêşema din ji bo hevdîtina li Îmraliyê ya bi birêz Ocalan re me serlêdan kir. Hêj bersiv nehatiye dayin. Em pêvajoyê dişopînin. Çendek roj berê Erdogan got; ‘Em ê bicisaret bin, gavên nû biavêjin.’ Em jî dibêjin ku weke mînaka cisaretê deriyên Îmraliyê vekin û bila bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. 
 
BI GEFXWARINÊ DIYALOG NABE
 
Serokê Giştî yê MHP’ê îro pirsa ‘DEM Partî li ku ye’ kir. Ji ewil em vê bibêjin, dev ji vî zimanê gefxwarinê berdin. Bi gefan diyalog nabe. Ji ewil vê fêm bikin. Em careke din dibêjin; DEM Partî çareserî û demokrasî ye. 
 
A rast em ji we dipirsin; hûn di ku dera vê pêvajoya aştiyê de ne? Aştî ne tiştekî wisa ye ku hûn kengî bixwazin dê mîna amûrekê bi kar bînin. Aştî, karê cisaretê ye û berpirsyartiya hevrûbûnê bi heqîqetê re ye. Heke rêyên ber bi aştiyê ve diçin bên girtin, em ê dîsa bi bask bibin û li ser rêya aştiyê bifirin.”
 
 

Sernavên din

04/12/2024
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e