Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm

  • rojane
  • 14:28 4 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê li dijî tecrîda li Îmraliyê, şer û tayînkirina qeyûman li Meclisê çalakiya rûniştinê li dar xistin. 

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di nav de gelek parlamanteran li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şer û tayînkirina qeyûman çalakiya protestoyî li dar xistin. 
 
Parlamenter, ji avahiyên koman ên Meclisê heta Deriyê Şerefê meşiyan. Parlamenteran dovîzên “Ne qeyûm, demokrasî” û “Hevserokatî xeta me ya binevşî ye” hilgirtin. Di çalakiyê de her wiha li dijî tundiya polîsan a di dema çalakiyên li dijî qeyûman de jî dovîz hatin hilgirtin. 
 
‘SÛCAN DIKIN’
 
Temellî bal kişand ser çalakiya li pêşiya Wezareta Karên Hundir li dar xistin û wiha got: “Me sûcê li vir tê kirin teşhîr kir. Bi israr sûcê destûra bingehîn dikin. Mafê bijartin û hilbijartinê tune dihesibînin. Em qeyûman qebûl nakin. Mîna em li dijî derbeyan derdikevin. Em ji kesên gotina ‘bila DEM Partî bibe partiyeke Tirkiyeyê’ dikin re dibêjin; li cihekî hûn mafê bijartin û hilbijartinê tune dihesibînin de hûn çiqas dibin partiya Tirkiyeyê?” 
 
'EM SERÎ NATEWÎNIN, PAŞVEGAVÊ NAAVÊJIN’ 
 
Temellî, diyar kir ku mafên bijartin û hilbijartinê û yê zimanê dayikê yê kurdan tune tê hesibandin û wiha pê de çû: “Ên ku nahêlin TBMM tu pirsgirêkan çareser bike, her tim gefan li DEM Partiyê dixwin û qeyûman tayîn diki baş bizanin ku ev gel dê serî li ber qeyûm û rejîma we ya otorîter netewîne û paşvegavê neavêje. Têkoşîna me didome.” 
 
Temellî, bang li partiyên muxalefetê jî kir û ev tişt anî ziman: “Qeyûm tenê şaredariyên me xesp nakin. Em ê li her qadê li ber xwe bidin. Em ê li dijî şer, tecrîd û qeyûman şer bikin. Yên îro li Sûriyeyê li rex çeteyan cih digirin jî divê bizanin ku bi şer re pêşerojek dê ji vî welatî re nebe. Her kesên li dijî şer dernakevin xetereyeke mezin li ser pêşeroja xwe çêdikin. Aştiya Sûriyeyê aştiya Tirkiyeyê ye. Tekane rêya rast, aştiya bi kurdan re ye. Ne bi tunehesibandina Kurdan, bi avakirina tifaqa Kurd-Tirkan em dikarin vê bikin. Nexwe dijminatiya li kurdan, tunekirina pêşeroja welêt e.”
 
ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
 
Bi domdarî Temellî bal kişand ser îdiayên hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û serlêdana ji bo Wezareta Dadê û got: “Dibêjin dê gav biavêjin lê naavêjin. Dema guncav çi ye? Çi astengî li pêşiya vê gavê ye? Her kes dizane ku dema ew gav hate avêtin, dema derî vebûn û Ocalan axivî dê hêviya aştiya civakî mezin bibe.”
 
DEM Partiyiyan piştre jî çalakiya rûniştinê ya saetekê li dar xist. 
 

Sernavên din

07/12/2024
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike
09:00 ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
08:40 Amed di nav mijê de ma
06/12/2024
19:32 Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
19:21 Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
14:24 Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:01 KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
13:12 ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:11 Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
13:11 Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
11:38 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
11:28 Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
09:21 Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:03 Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
09:02 Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
09:01 Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
09:00 ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
05/12/2024
21:49 Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
21:42 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
19:50 Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
18:47 Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
16:39 Li Minbicê bîlançoya êrişan
16:32 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
14:18 Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
14:12 Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin
14:03 Bertek nîşanî zextên ser fuara pirtûkan dan: Em sepanên faşîzan red dikin
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Nehiştin Aşkan tev li şîna dayika xwe bibe
13:06 AYM: Nabe ku tenê li gorî îfadeyên şahidên nepen biryar were dayin
12:40 Ji bo rojnameger Oruç biryara beraetê hat dayin
12:03 DEM Partiyê têkildarî Zeydan daxuyanî da: Dev ji lîstikên siyasî berdin
11:37 Di 10 rojan de 147 kes hatin binçavkirin
11:32 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana DÎSK’ê
11:08 Waniyan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan: Em vê neheqiyê qebûl nakin
10:53 Der barê hevşaredarên hedef hatibûn nîşandan de biryara neşopandinê
10:42 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin
10:24 Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
09:53 Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne
09:38 Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin
09:27 EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin
09:24 Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
09:20 Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
09:03 Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin
09:02 Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2024’AN
08:56 Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê
08:37 Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bakurê Kurdistanê hişyar kir
04/12/2024
23:15 Nahît Eren: Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayikê û bira re li hev dikin
20:39 Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin
19:44 Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
19:40 Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
19:34 Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
17:13 Weşangerên kurd bertek nîşanî zexta polîsan dan
17:12 Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
17:06 Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
17:00 Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
16:58 Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
16:35 Polîs li fûarê derketin nêçîra pirtûkan: Weşanxaneyê bertek nîşan da
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî