WAN - Seroka Komîsyona Jinê ya Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Serap Guvençê diyar kir ku gelek serlêdan li Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiyê û Xeta Tundiyê ya hatine kirin û ji bo Stargeha Jinan a Wanê prosedurên fermî temam bûne.
Şaredariyên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31'ê Adarê de li Wanê bi dest xistin, bi xebatên xwe yên jinan balê dikişînin.
CIVÎNÊN BI JINAN RE
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyên wê ku li bajêr di warê jinan de gelek xebatan dikin, zêdeyî 10 saziyên jinan vekirin û derfetên kar ji jinan re peyda kirin. Di çarçoveya Plana Stratejîk a 2025-2029’an de, bi taybet civînên jinan, bi dirûşmeya “Em bi jinan re bajarê xwe ava dikin” bi sedan jinên taxan re civîn hatin lidarxistin. Bi avakirina Xeta Piştgiriya Jinê (444 80 65) li navenda bajêr û navçeyan perwerdehiya hişyariyê li ser kansera pêsîrê, pençeşêra malzarokê û derziya HPV'ê hat dayîn.
Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiyê tê çalakkirin û piştgiriya civakî, derûnî û hiqûqî ji jinên ku serlêdan dikin re tê dayîn. Di dema ku bi Baroya Wanê re ji bo desteka hiqûqî ya bêpere ji jinan re protokol hat îmzekirin, li bajêr xebatên fermî yên stargehê bi dawî bûn. Seroka Komîsyona Jinê ya Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Serap Guvençê der barê xebatên jinan ên li bajêr tên meşandin de axivî.
Serap Guvençê anî ziman ku armanca wan a sereke ew e ku li bajarekî wekhev ava bikin û got ku ji roja ewil ve ji bo vê armanc tevdigerin. Serap Guvençê got: "Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û ji bo jin jiyaneke bi tendurist bijîn, me gelek projeyên cuda pêş xistin. Rastiya bajarekî, şaredariyekê ya 8 salan bi polîtîkayên qeyûman dihat birêvebirin hebû. Dema qeyûm hatin, xebatên wan ên ewil destpêkê ew bû ku hemû qadên jiyanê yên jinan tune bikin. Armanc ew bû ku saziyên jinan û hemû tiştên girêdayî jinan ji holê rakin."
WÊ PROJE BIDOMIN
Serap Guvençê destnîşan kir ku ew bi xebatkarên tenduristiyê re der barê nexweşiyên jinan de agahiyan didin jinan û di warê hiqûqî de jî perwerdeyê didin jinan û wiha got: “Me li gelek qadan bi jinan re hevdîtin kir, daxwazên wan guhdar kirin û pêşniyazên wan wergirtin. Xebatên me yên taxê hê jî dewam dikin. Me li Navenda Şêwirmendiya Jinan kursên wekî atolyeyên xalîçeyan, hunerên destan, tevnsaziyê, kursên werzîşê û şanoyê vekirin. Kursên me yên zimanên farisî, kurdî û îngilîzî ji bo jinan dê demildest dest pê bikin."
Serap Guvençê bal kişand ku di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û li 12 şaredariyan saziyên jinan çalak in û destnîşan kir ku Mêvanxaneyên Jinan, Malên Bêhnvedanê yên Jinan, Navendên Jiyana Jinan, Navenda Şêwirmendiya Jinan çalak in û xebatên stargehê yên Bajarê Mezin bi dawî bûne. Serap Guvençê diyar kir ku wê di mehên pêş de gelek proje bên pêkanîn û got: “Ji bo parastina jinên tundî li wan tê kirin, em bi hestiyar nêz dibin. Ji bo jinên rastî tundiyê tên jî xizmetên hevgirtin û şêwirmendiyê tên kirin da ku karibin jiyana xwe bi ewle bijîn. Em her wiha li gorî hewcedariyê li ser bingehek kesane alîkariya derûnî û hiqûqî pêşkêş dikin. Di vê çarçoveyê de li ser xweparastin û hişyarkirinê perwerde û semînerên jinan hatin dayîn. Her wiha, xeta me ya tundiyê çalak e û qurbaniyên tundiyê bi berdewamî telefon dikin."
Serap Guvençê diyar kir ku 38 jinan serî li Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Şaredariyê dane û got ku wan ji 13 serlêdêran re piştgiriya hiqûqî kiriye. Serap Guvençê got: “Em bi van projeyan hewl didin tundiyê kêm bikin. Em bi projeyên bi vî rengî qadên ji bo jinan ava dikin, tundiya li ser jinê kêm dikin û tekez dikin ku em li cem jinan in. Kapasîteya Navendên Şêwirmendiya Jinan di navbera 15-20 kesî de ye. Di rastiyê de em hewl didin ku jin ji hev hêz bigirin û hişmendiyeke rêxistinkirî ava bikin. Divê neyê jibîrkirin ku ger jin li qadên xwecihî bi hêz bin, wê di qada jiyanê de jî bibin xwedî hêz û hişmendî."
MA / Rûken Polat