MÊRDÎN - Nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger di serdegirtina malê de hate derbkirin û binçavkirin.
Nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger li Taxa Îpekê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Di saetên serê sibehê de polîsên tîmên taybet bi ser malê de girtin û deriyên malê şikandin. Oznûr Deger dema ji malê dihat derxistin hate derbkirin, destên wê ji pişt ve hatin kelemçekirin û li wesayîta polîsan siwar kirin.
Piştî lêgerîna li malê, polîsan dest danîn ser amûrên teknîkî yên rojnameger Oznûr Deger. Oznûr Deger, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.