ŞIRNEX – Şaredariya Cizîrê xebatên xwe yên ji bo jinan didomîne û di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan de ji bo jin û zarokên ku pêwîstiyên wan hene Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir.
Qeyûman li Cizîrê di 8 salan de gelek milkên şaredariyê dewrî saziyên emniyet, edalet, perwerdehiya neteweyî, midûriyeta sporê kirin û li pişt xwe jî 772 mîlyon 414 hezar 347 TL hiştin. DEM Partiyê di hilbijartinên 31’ê adara 2024’an de li Cizîrê ji sedî 72.88 deng wergirt û şaredarî bi destxist. Şaredariya DEM Partiyî ji roja ku şaredarî bi destxist şaredariya civakî esas girt û ewilî saziyên ku ji aliyê qeyûm ve hatine girtin jinûve hatin vekirin.
Piştî 8 salan xebata ku jinûve hat kirin vekirina Midûriyeta Polîtîkayên Jinan bû. Demek berê ji aliyê midûriyetê ve ji bo jin û zarokên pêwîstiyên wan hene Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî hat vekirin. Ji ber ku eraziyên şaredariyê ji aliyê qeyûm ve dewrî saziyên dewletê hatine kirin, ji hinceta ‘tedbîrên tasarûfî’ mexazayê li avahiya şaredariyê hat vekirin. Vekirina fermî ya mexazeyê dê di rojên pêş de bê kirin. Hevşaredar Guler Yerbasan Tûnç têkildarî vekirina mexazeyê û xebatan axivî.
‘JI JINAN RE QAD NEHIŞTIN’
Hevşaredar Guler Yerbasan Tûnç da zanîn ku qeyûman di 8 salan de texrîbatên mezin li Cizîrê kirine û ewilî êrîşî qad û keda jinan kirine. Tûnç wiha axivî: “Navendên jinan ên piştevanî, koperatîf û jiyanê hatin girtin. Dema me şaredarî bidestxist me dît ku hemû avahî û eraziyên aydî şaredariyê dewrî saziyên dewletê hatine kirin. Ji bo jinan yek qad jî nehiştine. Dema hevalên me di sala 2019’an de hatin ser kar têkildarî van mijaran xebat meşandin. Lê piştî 5 mehan dîsa qeyûm tayîn kirin û proje nîvço man. Dema me şaredarî jinûve bidestxist wek karê ewil me midûriyeta jinan xist meriyetê.”
Guler Yerbasan Tûnç anî ziman ku li taxan bi jinan re civînan lidar dixin, pirsgirêkên xwe tespît dikin û di çarçoveya çareserkirina pirsgirêkan de xebatan dimeşîninû wiha got: “Me pêşniyar, daxwaz û pirsgirêkên ku di van civînan de hatibûn ziman di meclisa jinan a şaredariyê de nîqaş kir. Piştre be bernameya xwe amade kir. Ewilî ji bo keda jinan bazarek hat vekirin. Jin hefteyê rojekê li Kolana Hunerê tiştên ku çêkirine difroşin. Di çarçoveya van xebatan de me piştre Mexazeya Piştevaniyê ya Kezî vekir. Ji ber ku di hemû qadên jiyanê de jin û zarok tên mexdûrkirin me ji bo wan ev mexaze vekir. Kesên ku rewşa wan aborî baş nîn e, dikarin li vê mexazeyê pêwistiyên xwe bi cih bînin. Jin û zarok dikarin bên mexazeyê tiştên ku dixwazin bigirin. Heta niha 20 malbatan serlêdan kir û pêwîstiya 10 malbatan hat bicihanîn.”
Guler Yerbasan Tûnç diyar kir ku esnafên cizîrê û karsaz piştgiriyê didin mexazeyê û wiha axivî: “Me me behsa projeyê kir esnaf û karsaz kêfxweş bûn û piştgiriya xwe anîn ziman. Her wiha hinek tekstîlan jî piştgirî dan vê projeyê.”
JI HER 3 PROJEYAN 2 JI BO JINAN E
Guler Yerbasan Tûnç da zanîn ku 778 milyon deynê şaredariyê heye, bi derfetên kêm xebatê dimeşînin û wiha pê de çû: “Ji ber tedbîrên tasarûfê em nikarin cihekî kirê bikin. Ji ber vê yekê em neçar man mexazeyê li avahiya şaredariyê vekin. Ji ber ku qeyûm eraziyên şaredariyê dewrî saziyên dewletê kiriye eraziyekî ku em projeyên xwe bixin meriyetê di destê me de nemaye. Niha em lêkolînan dikin. Em ê koperatîfên jinan vekin. Ji her 3 projeyan 2 ji bo jinan e. Di 8 salên borî de jinan bê alternatîf û bê nefes hatin hiştin. Em jî dixwazin bibin dengê jinan. Ji ber polîtîkayên şerê taybet jin bi zext, tacîzan re rûbirû dimînin. Ji ber vê yekê me di 25’ê mijdarê de ‘Xeta Alo Tundî’ vekir. Heta niha gelek jinan serlêdan kirin û em jî di çarçoveya derfetên xwe de piştgiriyê didin jinan.”