MÊRDÎN - Rojnameger Oznûr Deger ku di saetên serê sibehê de li Mêrdînê hate binçavkirin, mafê xwe yê bêdengbûnê bi kar anî. Hat zanîn ku dê Oznûr Deger bibin edliyeyê.
Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Degerê de girtin. Di serdegirtinê de polîsan Oznûr Deger derb kirin, binçav kirin û destên wê ji pişt ve kelemçe kirin. Parêzerê Oznûr Degerê bi miwekîla xwe re hevdîtin kir û tê payîn ku îfadeya wê were girtin. Hat zanîn ku Oznûr Deger, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin. Hat zanîn ku nûçeyên rojnameger Oznûr Degerê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kirî û parvekirinên wê yên têkildarî rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin, hatin pirsîn.
Rojnameger Oznûr li dijî derbkirinê mafê xwe yê bêdengbûnê bi kar anî û girtek îmze nekir.
Hat zanîn ku Oznûr Deger dê di nava rojê de bibin edliyeyê.