NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Girtîgeha Evînê cezayê Girtîgeha Evînê cezayê “3 hefte wê ji mafên xwe yên sereke bêpar werin hiştin” dan 27 girtiyên jin.
Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên jin bê navber dewam dikin. Li gorî medyaya rojhilatê Kurdistanê, rayedarên girtîgeha Evînê cezayê ‘3 hefte wê ji mafên xwe yên sereke bêpar werin hiştin’ ceza li 27 girtiyên jin biriye.
Hate gotin ku rayedar wê 3 hefteyan nehêlin girtiyên jin bi kesê re bi axivin û ji mafên wan yên wergirtina xurekan, bêpar bihêlin.
Li gorî heman çavkaniyê ji ber ku girtiyên jin dema du dadwerên Îranê hatibûn kuştin, stran gotine, ceza li wan biriye.
Navê girtiyên jin yên siyasî yên hatine cezakirin wiha ne: “Arzu Azram Safat, Şîwa Îsmaîlî, Samane Esxerî, Rayhana Ensarinejad, Gulrox Îrayî, Sakîne Perwana, Farûx Taqîpûr, Meryem Hacî Hisênî, Nahîd Xudaco, Azam Xizrî Cewadî, Lian Derwîş, Mehbube Rezaî, Hamraz Sadiqî, Zehra Sefayî, Mulud Sefayî, Meşhod Seydal, Pexşan Ezîzî, Mesume Esgerî, Merziye Farisî, Îlahe Fuladî, Spîde Qilyan, Werîşe Mûradî, Nêrgiz Mensurî, Tahêre Nurî, Huura Nîkbext û Meryem Yehyewî.”
Hêjayî gotinê ye di 18’ê meha Çileyê (2025) de li Tahranê, du dadwerên bi navê Mihemed Muqeyse û Elî Razînî hatibûn kuştin.