MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê di nava 3 mehan de zêdetirî 300 xebatkarên şaredariyê ji kar avêt.
Wezareta Karên Hundir di 4’ê Mijdara 2024’an de waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tayîn kir. Rêveberiya qeyûm, ji roja destpêkê ve ye bênavber xebatkaran ji şaredariyê diavêje. Hema hema her hefteyê komeke xebatkarên şraedariyê ji kar tên derxistin. Di nava du hefteyên dawî de jî 65 karker ji kar hatin derxistin. Qeyûm, karkerên di dema rêveberiya DEM Partiyê girtine kar ji kar derdixîne. Rêveberiya qeyûm her wiha kesên piştî biryara dadgehê dîsa li kar hatine vegerandin jî hedef digire.
Qeyûm, beriya niha di dîrokên cuda de 236 karker ji kar derxistibû. Bi derxistina 65 karkerên dawî re hejmara karkerên di nava 3 mehan de ji kar hatin derxistin bû 301. Hat zanîn ku hêj jî karker ji kar tên avêtin û karker amadekariyan dikin ku serî li dadgehê bidin.