NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê diyar kir ku li bendê ne îro li Amed, Mêrdîn û Rihayê berf bibare û welatî hişyar kir ku tevdîrên xwe bigirin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 7’ê Sibatê parve kir. Midûriyetê ragihand ku li bendê li bajarên bakurê Kurdistanê Sêwas, Qers, Meletî, Amed, Dîlok, Mereş, Mêrdîn, Riha, Mûş û Bedlîsê şilope û berf bibare.
Midûriyetê welatiyên li Mêrdîn û derdora wê, başûrê Meletiyê û bakurê Semsûrê hişyar kir û got ku divê li hemberî barînên zêde, cemed, qerisîn û aşûtan tevdîrên xwe bigirin.
Di heman demê de midûriyetê ji bo bajarên Mereş, Semsûr û Meletiyê jî bi koda zer hişyarî kir.