* Çetîn Tutkun ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin, ji malbata xwe re got ku ji ber li dijî lêgerîna tazî derketiye hatiye derbkirin.
* Rojnameger Serpîl Unal a serbest hat berdan anî ziman ku ew nikarin li hemberî êrişên li dijî hevpîşeyên xwe bêdeng bimînin û got: "Ji le wre naxwazin tundiya li ser ciuvakê bê bihîstin."
* Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku bi komploya navneteweyî ya ku wekî destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dike, armanc kontrolkirina kurdan û Kurdistanê ye.
* Endamê damezirîner ê Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê Ercan Îpekçî, got: “Dema we rojnameger girt, wê demê hûn civakekê dixin zindanê.”
* 7’emîn danişîna doza Halîse Aksoyê dê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)
* Kesên di qedexeyên derketina kolanan ên Cizîr a Şirnexê de hatin qetilkirin, dê bên bibîranîn. (10.30)
* Li gelek bajaran dê ji bo mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku dê di 8’ê Sibatê de li Amedê bê lidarxistin, xebat bên kirin. (11.00-19.00)
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê li navenda giştî ya partiya xwe geşedanên di rojevê de binirxîne. (11.00) ZINDÎ
* Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar dê li Çewligê tev li civîna gel bibe. (13.00) ZINDÎ
* Li dijî tayînkirina qeyûm dê li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî were dayin. (13.00-15.00)