NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku bi komploya navneteweyî ya ku wekî destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dike, armanc kontrolkirina Kurdan û Kurdistanê ye.
Geşedanên li Kurdistanê girîng bûn. Teqez bêbandorkirina min, qet nebe pêdiviyeke konjukturê bû. Tesfiyekirina min li gorî polîtîkayên wê demê yên cîhanê bû. Di wan rojan de ji bo azadiya Kurdistanê û bidestxistina nasnameya kurdan pêwîstî bi derbaskirina her cure berjewendiyên rojane yên lîberal, pragmatîst û xweperestî hebû; çi rastgir çi çepgir, diviyabû dest ji jiyana modernîteya kapîtalîst bihata berdan an jî rabûnek li dijî vê jiyanê hebûye. Berevajî, cîhana wan rojan, cîhana ku lîberalîzma kûrewî di şerê fetihkirina cîhaê de bû. Salên ku faşîzma lîberal li seranserê cîhanê serrdesthiya xwe ragihandibû. Di warê polîtîk de jî, Rojhilata Navîn navenda têkoşîna hegemonyayê bû. Têkoşîna li ser Kurdistanê di warê hesabên hegemonîk de xwedî rolekî girîng bû. Weziyeta îdeolojîk û polîtîk a PKK'ê bi eşkereyî li dijî hesabên hegemonîk bû. Lewma tasfiyekirina min dihat wateya vekirina pêşiya van hesaban."
Ev rewşa ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hat destnîşankirin, armanca rast a komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derketina ji Sûriyeyê dest pê kir, eşkere dike. Komploya navneteweyî ya bi koordînekirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hem pêkanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) û hem jî destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn nîşan dide. Ji aliyê Gladioya NATO'yê Gladio û Almanyayê ve di sala 1985 de pêl bişkokê hat kirin. Piştî vê pêvajoyê di salên 1990'î de Brîtanya û ji sala 1996'an û vir ve Îsraîl û Yewnanîstan tevlî bûn. Bi vê re sînordar nebûn, di sala 1998'an de Erebistana Siûdî, Misir, Îran, Sûriye, Parlamentoya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Fransa, Îtalya, Hollanda, Rûsya û herî dawî di sala 1999'an de Swîsre û Kenya bûn hevparê vê. Komploya ku "dijminên" sedsalî anîne cem hev, heta Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê dewam kir.
Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk -Berga 5” de, têkîliya komployê bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re dinirxîne.
'OPERASYONA HERÎ GIRÎNG A DÎROKA NATOYÊ'
Tirkiye bû welatê herî pêbawer yê DYA û Îsraîlê. Pêvajoya ku tê îdiakirin ku bi awayekî hovane global bûye, di rastiyê de ji çîroka kaşkirina Tirkiyeyê ber bi kapîtalîzma darayî ya cîhanî pêvtir ne tiştekî din bû.
Abdullah Ocalan di pirûka xwe de dide xuyakirin ku komplo pêvajoyeke ku operasyona herî girîng a dîroka NATO'yê ye û wiha dibêje: "Ev yek ewqas eşkere bû ku li cihên ku lê hatin ziyaretkirin, tu kes nikare helwesteke berevajî nîşan bide. Yên ku nîşan dan jî, demildest hatin bêbandorkirin. Tewra Rûsyaya Mezin jî bi eşkere hat bêbandorkirin. Helwesta Yewnanan jixwe têra ravekirina her tiştî dikir. Tedbîrên ewlehiyê yên li hundur û derveyê mala ku ez li Romayê lê dimam, pir eşkere bûn. Ji bo esaretê tedbîrên awarte girtin. Nehiştin ez derkevim derve jî. Tîmên ewlehiyê yên taybet her tiştî 24 saetan di bin kontrola xwe de digirtin, heta deriyê odeya min jî. Hukûmeta D'Alema hikûmeteke çep a demokratîk bû. D'Alema bê tecrube bû û nekarî bi tena serê xwe biryaran bide. Ew li seranserê Ewropayê geriya. Îngilistanê jê re got ku divê ew bi xwe biryara xwe bide; li hemberî wî zêde hevgirtinek nîşan neda. Helwesta Brukselê ne zelal bû. Di dawiyê de em sewqî edliyeyê kirin. Ne mimkûn bû ku bandora Gladio di vê helwestê de neyê dîtin. Jixwe Îtalya yek ji wan welatan bû ku Gladio lê bihêztir bû. Berlusconi hemû hêza xwe seferber kir. Ew zilamê Gladioyê bû. Ez neçar bûm ku Italyayê biterikînim ji ber ku min dizanibû ku ew nikare min bi rê ve bibe. Helbet di berdêla wê de Tirkiye bû welatê herî pêbawer yê DYA û Îsraîlê. Pêvajoya ku tê îdiakirin ku bi awayekî hovane global bûye, di rastiyê de ji çîroka kaşkirina Tirkiyeyê ber bi kapîtalîzma darayî ya cîhanî pêvtir ne tiştekî din bû."
GAVA SEREKE YA PROJEYA ROJHILATA NAVÎN A MEZIN
Rêberê PKK'ê destnîşan dike ku senaryoya dagirkirina Iraqê bi teslîmkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê ve girêdayî ye û got: "Dagirkerî di rastiyê de bi operasyona li dijî min dest pê kir. Heman tişt ji bo dagirkirina Afganîstanê jî derbas dibe. Ya rast, di pêkanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de yek ji gavên sereke jî operasyona li dijî min bû. Ecevît belesebe negotibû 'Min qet fêhm nekir çima Ocalan teslîmî me kirin'. Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekem bi kultuna Welîehdê Avusturya ji aliyê neteweperestekî Sirb ve dest pê kir, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî bi operasyona li dijî min dest pê kir."
KONTROLKIRINA KURDISTANÊ!
Rêveçûna geşedanên li Kurdistanê û ji destdana kontrolkirina kurdan ji bo wan rewşeke ku nayê qebûlkirin bû. Di planên wan de, bi taybetî jî der barê Iraqê de, hiştina Kurdistanê di bin kontrola wan de girîng bû. Ferz dikirin ku ez biçim û dawî li nasnameya kurd a serbixwe û xeta azadiyê bînim.
Abdullah Ocalan bal dikişîne ser pêvajoya beriya operasyonê ya ji bo pêvajoya piştî operasyonê bê fêmkirin û dibêje: "Serokê DYA'yê Clînton bi Serokdewletê Sûriyeyê Hafiz Esad re du hevdîtin pêk anîn; yek li Şamê û ya din li Swîsreyê. Bi giştî zêdetirî 4 saetan dewam kir û mijara derxistina min ji Sûriyeyê hat gengeşekirin. Hafiz Esed, di wan hevdîtinan de girîngiya helwesta min fêm kir. Wî ji xwe re guncawtir dît ku wê li seranserê pêvajoyê belav bike. Bi demkî be jî, ji min nexwest ku ez ji Sûriyeyê derkevim. Dixwest ku min li hemberî Tirkiyeyê wekî hêmaneke baş a hevsengiyê bi kar bîne. Min Sûriyeyê neçar kir ku helwesteke stratejîk bigire. Lê hêz an jî rewşa min nehişt ku ez bigihijim vê yekê. Heger ez li Îranê bûma, belkî tifaqeke stratejîk bihata pêşxistin. Di vî warî de jî min nedikarî ji Îranê bawer bikim; Ez ji helwestên wan ên kevneşopî (kuştina Simko û Qasimlo û komployên mîna wan, lîstikên ku digihêjin heta hilweşîna Qiralê Medya Astyag ji aliyê Harpagos ve) ditirsiyam. Clinton û serkirdeyên kurdên iraqî yên ku bi wan re di têkiliyê de bûn hebûna min li Sûriyeyê ji bo armancên xwe yên stratejîk guncaw nedîtin. Ji ber ku Kurdistan û kurd gav bi gav ji bin kontrola wan derdiketin. Îsraîl jî ji vê rewşê pir aciz bû. Rêveçûna geşedanên li Kurdistanê û ji destdana kontorlkirin kurdan ji bo wan rewşeke ku nayê qebûlkirin bû. Di planên wan de, bi taybetî jî der barê Iraqê de, hiştina Kurdistanê di bin kontrola wan de girîng bû. Ferz dikirin ku ez biçim û dawî li nasnameya kurd a serbixwe û xeta azadiyê bînim."
SOZÊN DYA Û ÎNGÎLTEREYÊ JI BO TIRKIYEYÊ
Abdullah Ocalan diyar dike ku ji sala 1925’an û vir ve DYA û Îngilîstan soza bi şertê "dest nede Kurdistana Iraqê, fedakirina Kurdistana Tirkiyeyê" dane Tirkiyeyê û dibêje: “Tirkiye li ser vê bingehê ket NATO’yê û li ser vê bingehê li ser pirsgirêka kurd bi wê re li hev kirin. Helwest û stratejiya me ev hevsengî û hegemonyaya li Rojhilata Navînê ku di kevneşopiyê û niha de xwedî girîngiyeke mezin bû, dixe xetereyê. Em ê yan bikevin çerxa vê hegemonyayê yan jî tasfiye bûbûna. Komara Tirkiyeyê, peymanên ku ji sala 1925'an û vir ve bi van hêzên hegemonîk re çêkiribû (peymana Mûsil-Kerkûkê di sala 1926'an de, ketina NATO'yê di sala 1952'yan de, peymanên bi Îsraîlê re di sala 1958'an û 1996'an de) dixwest li ser esasê tunekirina kurdan dîrokê bi kar bîne. Îdeolojiya pozîtîvîst a neteweperest a laîk ev derfet da. Karmendên Komarê ji vê yekê bawer kirin. Ev bi rastî jî rewşeke ku li dijî ruh û tifaqa têkiliyên dîrokî yên tirk-kurdan bû. Lê ji ber planên damezrandina Îsraîlê, tiştek dîn û har xuya bû ku pergal nikaribe bike. Îdeolojî, kadro û çîna sûnî ya bi navê rastiya tirkên spî li ser vê bingehê hat avakirin. Her wiha PKK’ê derbeke kujer li vê pêkhateyê xist. Ji ber ku qebûlkirina nasnameya kurd û naskirina azadiyê dihat wateya înkarkirina vê pêkhatinê, an jî bi kêmanî dest ji van polîtîkayên qirker berbide. Peymanên ku bi Îsraîlê re hatin kirin ji bo vê girîng bûn. Jixwe netew-dewleta tirk beriya niha wekî Proto-Îsraîl hatibû avakirin.”
Derketina PKK’ê ev lîstika ku hem dîrokî ye û hem jî ya îroyîn heye, têk bir. Di salên 1993 û 1998'an de derketina firsenda çareserî û aştiyê tê wateya bidawîbûna vê lîstikê. Ji ber vê jî destûr nedan çareseriyeke wiha. Kuştinên mezin û komplo hatin lidarxistin.
Abdullah Ocalan bal dikişîne ser wê yekê ku di çarçoveya PDK'ê de jî hewl tê dayîn ku avabûneke bi vî rengî ya "kurdên spî" bê avakirin û dibêje: "Heman navendê ji bo hebûna xwe (ji bo berjewendiyên hegemonîk ên Rojava, bi taybetî DYA û Îngilîstanê, li Rojhilata Navîn û ji bo ewlekariya Îsraîl) avakirina du hêzên ku dişibin hev û nakokî di navbera wan de hebin, girîng didîtin; hem di tirkan hem jî di kurdan de. Siyaseteke pir bi aqilane bû ku di çarçoveya van her du hêzên ku bi wan re dilsoz in, lê her tim di navbera wan de pirsgirêk hebûn, berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêzin. Derketina PKK’ê ev lîstika ku hem dîrokî ye û hem jî ya îroyîn heye, têk bir. Di salên 1993 û 1998'an de derketina firsenda çareserî û aştiyê tê wateya bidawîbûna vê lîstikê. Ji ber vê jî destûr nedan çareseriyeke wiha. Kuştinên mezin û komplo hatin lidarxistin. PKK’ê kurdan ji kontrola wan derxist. Di serî de tirk, bi civakên din re silhek çêkir û ev ji bo domandina lîstik û berjewendiyên van hêzan ên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn, derbeke stratejîk bû. Ev mijar, sedemên ku em dikarin berfirehtir rêz bikin, têra xwe îspat dikin ku çima komploya 1998’an mezin bû û bi armanca stratejîk bû. Wê demê Clinton girîngiyeke mezin dida pêngava hegemonîk a li Rojhilata Navînê û her tim girîngiya rola Tirkiyeyê di vê yekê de dinirxand. Şêwirmendê Taybet General Galtieri bi xwe ragihand ku wan operasyona li dijî min bi fermana Clinton bi rê ve biriye."
RASTIYA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku bîlançoya bûyerên li hin welatan bi taybetî li Iraq, Afganîstan, Lubnan, Pakistan, Tirkiye, Yemen, Somalî û Misirê ji gelek aliyan ve ji bîlançoyên Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyemîn derbas kiriye û ev rastiya 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' radixe ber çavan. Rêberê PKK'ê dibjêe, "Tê fêmkirin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji ber çekên nukleerî wê parçe bibe, demeke dirêj belav bibe û bi teknolojiyên cuda bê meşandin. Civîna dawî ya NATO'yê ya Lîzbonê û kûrkirina dorpêça li derdora Îranê ji aliyê DYA'yê ve 'agahiyên pêwîst der barê pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dide."
Lê dema ku ev xwezaya bingehîn a şer li ber çavan bê girtin, wê baştir were fêhmkirin ku çima operasyona sala 1998’an a li dijî min di asta navneteweyî de pêk hat û mezintirîn operasyona Gladîoya NATO’yê bû.
Abdullah Ocalan diyar dike ku 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' rastiyek e û navenda wê ya girîng erdnîgarî û hawirdora çandî ya Rojhilata Navîn e û dibêje: "Tişta ku li Iraqa ku navenda tundiya 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' e jî, bi awayekî baş diyar dike ku şerê li vir ne ji bo welatekî, ji bo berjewendî û hebûna hêzên hegemon ên cîhanê ye. Ev şer encax bi bêbandorkirina tevahî ya Îranê, aramkirina Afganîstan û Iraqê û derxistina Çîn û Amerîkaya Latîn ji xetereyê dikare bi dawî bibe. Lewma em di nava şer de ne. Her çend di warê zanistên civakî de ne rast e ku meriv tiştekî teqez bibêje, lê dibe ku şer herî kêm deh salan berdewam bike (planên stratejîk ên herî dawîn ên NATO'yê jî deh sal pêşbînî dikin). Carinan dîplomasî, carina jî tundî dê gurtir bibe. Bi krîzên aborî yên giran û bi kontrol dê mudaxeleyî rojevê bê kirin. Pêşengiya herêman wê biguhere, lê bi vî rengî wê şer li gelek deveran rû bide. Lê dema ku ev xwezaya bingehîn a şer li ber çavan bê girtin, wê baştir were fêhmkirin ku çima operasyona sala 1998’an a li dijî min di asta navneteweyî de pêk hat û mezintirîn operasyona Gladîoya NATO’yê bû. Bêguman hêzên hegemonîk di şerên mezin de her tim bi ser nakevin û gel jî dikarin gelek tiştan bi dest bixin. Dibe ku hêzên hegemonîk jî bi awayekî sîstematîk winda bikin, mirov bi awayekî sîstematîk qezenc bikin."
Sibê: Pêvajoya Îmraliyê ya Komployê