STENBOL - Rojnameger Serpîl Unal a serbest hat berdan anî ziman ku ew nikarin li hemberî êrişên li dijî hevpîşeyên xwe bêdeng bimînin û got: "Ji le wre naxwazin tundiya li ser ciuvakê bê bihîstin."
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûna 2024’an de dema nûçeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin di encama êrişa hewayî ya balafirên bêmirov ên tirk (ÎHA) de jiyana xwe ji dest dabûn. Di xwepêşandan û çalakiyên li dijî qetilkirina rojnamegeran de gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Di çalakiya 21’ê Kanûnê de rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akîn, Can Papila, Pinar Gayip û Serpîl Unal û siyasetmedar Haci Ugiş û Îmam Şenol hatibûn binçavkirin. 9 kes bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "binpêkirina qanûna xwepêşandan û meşê" hatin girtin.
Îdianameya di 27'ê Çileyê de der barê rojnamegeran de hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 24'an a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku rojnamegeran li hemberî polîsan li ber xwe dane û hilgirtina wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wekî sûc hatiye hesibandin. Dadgehê di 31’ê Çileyê de zabitnameyek amade kir û biryara berdana 9 kesan da. Danişîna yekem a rojnamegeran wê di 11'ê Nîsanê de bê lidarxistin.
Nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal a ku ji ber qetilkirina hevpîşeyên xwe protesto kir hat girtin û piştre hat berdan, êrişên li ser rojnamegeran nirxand.
Serpîl Unalê got: "Ez û çend hevalên xwe hinekî zû çûn. Em axivîn ku em ê bernameyeke çawa çêbikin. Dema em derketin dora me girtin û gotin 'Qedexeya protestoyê heye'. Nasnameyên me birin û bi mertalan me dpsratin dîwêr. Di vê navberê de anosn kirin ku çalakî hatiye qedexekirin. Lê derfeta derketian ji wir tune bû. Hingî me spartibûn dîwar deriyê dikanê be rbi hundir ve çûbû. Xwediyê dikanê got 'hûn çi dikin, wê derî bişikê.' Polîs jî got 'bigire, bişikê em ê çêbikin.' Paşê dest xistin qirika hevalekî me. Ji paş de destê me kelemçe kirin, em bi erdê ve kaş kirin û binçav kirin."
'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'
Serpîl Unal bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye naxwaze şerê li Sûriyeyê di nava civakê de berbiçav bibe û got: "Hevalên me rastiyên wir radigahndin. Paşê der barê wan de biryara girtinê hat dayîn. Lê ya esas rojnamgeriya hevalên me ye. Me rastiyên li Sûriyeyê ji wan dibihsît. Ji ber vê ne mimkun bû ku em li be rmirina wan bêdeng bimînin. Tişta her hevpîşeyî kir, me jî kir. Mesela gava tiştek bê serê tenduristkaran, hevalên wan daxuyaniyê dibin. Ev tiştekî xwezayî ye. Em ê hevalên xwe yên rastiyê radigihandin gel bibîr bînin û em ê kuştina qan protesto bikin. Desthilat naxwaze ev deng bê bihsîtin. Naxwaze atmosfera şer a li wir di çapemeniyê de derkeve. Dixwaze ser şer bê nixumandin û qetlîmaê veşêre."
Serpîl Unalê bal kişand ser girîngiya piştevanî û têkoşînê û got: "Ev zext tenê ne li ser rojnamegeran, li ser hemû şoreşger û jinan tê kirin. Her wiha mafên karker û kedkaran jî tê xespkirin. Xizanî her diçe zêde dibe. Lewma ji bo mezinkirina têkoşînê çi hewce be divê bê kirin."
MA / Omer Îbrahîmoglû