ENQERE - Endamê damezirîner ê Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê Ercan Îpekçî, got: “Dema we rojnameger girt, wê demê hûn civakekê dixin zindanê.”
Endamê damezirîner ê Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Ercan Îpekçî têkildarî zextên ser çapemeniyê axivî. Îpekçî, da zanîn ku armanca avakirina komîsyona wan, şopandina binpêkirinên mafan ên di qada rojnamegeriyê de ne. Îpekçî, girtin, binçavkirin, zext û rojnamegerên di demên dawî de hatin qetilkirin bi bîr xist û got: “Li Tirkieyê her cureyên rojnamegerên girêdayî ‘terorê’ dikin. Armanca vê jî girtin, binçavkirin û bêdengkirin e.”
TAWANBARÎ
Bi domdarî Îpekçî gotina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a “em ji ber rojnamegeriyê nagirin” bi bîr xist û got: “Dibêje ‘em ji ber endamtî û propagandaya rêxistinê digirin.’ Ji ber xwe ve van tawanbariyan çêdikin. Dema hevalê me derdikevin dîsa karê xwe dikin. Karê wan e ku rastiyan bi gel re parve bikin. Tu delîleke ku bi sûcên terorê tawanbar bikin tune ne. Tenê ji ber nûçeyan tên tawanbarkirin. Wê demê hûn nikarin bibêjin ‘rojnameger nînin.’”
'HÛN NE ROJNAMEGERAN LÊ CIVAKÊ DIXIN ZINDANÊ’
Îpekçî, diyar kir ku ne tenê çapemeniya Kurd, di heman demê de medyaya navendî û ya muxalîf jî tê bêdengkirin û wiha pê de çû: “Îktîdar nahêle her kes di hinek mijaran de nûçeyan çêbike. Dema we rojnameger girt, di heman demê de hûn tevahiya civakê jî dixin zindanê. Niha 50 rojnameger girtî ne û we 50 milyon welatî zindanî kirine. Encameke wiha ya girtin û bêdengkirina rojnamegeran heye. Îktîdar, ji bo bêdengkirina tevahiya civakî dixwaze rojnamegeran bêdeng bike.”
'JI MEHA ÇILEYÊ VE 9 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN’
Îpekçî, bal kişand ser daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û wiha pê de çû: “Di sala 2024’an de bi giştî 26 rojnameger, di 2023’yan de 36 rojnameger, di 2022’yan de 39, di 2021’ê de jî 6 rojnameger hatin girtin. 2020’ê de 24 rojnameger hatibûn girtin. Îsal jî ji meha Çileyê ve 9 rojnameger girtî ne. Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ji ber xebatên rojnamegeriyê ceza lê hate birîn. Xebatên rojnamegeriyê ji bo tayînkirina qeyûman ên derhiqûqî jî tên bikaranîn. Em bi eşkereyî dibînin ku dixwazin binçav bikin, bigirin, civakê bêzar bikin, bêdeng bikin û mafê hînkirina rastiyan asteng bikin.”
‘DIVÊ EM TÊBIKOŞIN’
Îpekçî, daxuyand ku dive rojnameger li dijî binpêkirinan têkoşîneke hevpar bimeşînin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê rêxistinên pîşeyî derkevin pêş. Bi taybet jî divê ji bo rojnamegerên girtî gavan biavêjin. Binpêkirinên herî giran li girtîgehê dest pê kirin. Dive sererastkirinên qanûnî jî ji ewil ji bo rojnamegerên girtî bên kirin.”
MA / Omer Gungor