AMED - Jin bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” heta qada mîtîngê ya li Qada Îstasyonê meşiyan.
Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi dirûşmeya "Ji bo aştiyê azadî" mîtîng tê lidarxistin. Jin, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) be rbi qada mîtîngê ve meşek li dar xistin.
Jin li ber Ofiz AZC ya navçeya Yenîşehîrê li hev civiyan û pankarta "Jin, jiyan, azadî" vekirin. Dayikên Aştiyê jî bi laçikên xwe yên spî tevlî meşê bûn. Jinên zanîngehê jî pankarta "Heta Serok azad nebe, aştî şaşitî ye" vekirin.
Jin bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" ketin qada mîtîngê.