AMED -Endama TJA'yê Çaglar Demîrelê ku di mîtînga Amedê de axivî, diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muzakere bên destpêkirin û got: "Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin."
Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li Qada Îstasyonê mîtînga "Ji bo aştiyê azadî" tê lidarxistin. Bi hezaran welatî li deverên cuda li hev civiyan û bi dirûşme û pankartên cuda heta qada mîtîngê meşiyan. Ji gelek bajarên Kurdistanê bi sedan welatî ji bo tevlî mîtîngê bibin hatin bajêr.
Li qada mîtîngê dirûşmeyên "Ji bo siberojeke azad çareseriya demokratîk", "Rêya çareseriya demokratîk azadî ye", "Jin, jiyan, azadî" hatin vekirin. Di meşê de pankartên "Dem dema serkeftinê ye", "Wêrekiya çareseriyê, ked ji bo azadiyê" û "Berxwedana jinê azadî ye" hatin daliqandin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel û Dayikeke Aştiyê wekî axêver di mîtîngê de cih girtin. Her wiha Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û parlamneterên DEM Partiyê û CHP'ê û hevşaredarên bajar û navçeyan jî beşdarî mîtîngê bûn.
‘HETA SEROK AZAD NEBE, AŞTÎ ŞAŞITÎ YE’
Alana, farklı bir kortej halinde giren Kürt dil kurumları ile Barış anneleri, 21 Şubat Dünya Anadil Günü kapsamında “Bila zimane Kurdî, bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” ve “Her dem Kurdkî her ca de Kurdkî” yazılı pankartlarla yürüdü. Arbene ve Kürtçe şarkılarla yürüyen kitle, “Be ziman jiyan nabe” sloganı attı.
Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de saziyên zimanê Kurdî û Dayikên Aştiyê bi kortejeke cuda ketin qadê û bi pankartên "Bila zimane Kurdî, bibe zimanê fermî û perwerdehiyê" û "Her dem Kurdkî her ca de Kurdkî" meşiyan. Girseya gel bi stranên Arbene û Kurdî meşiya û dirûşma “Be ziman jiyan nabe” berz kir.
Li aliyê din Rêxistina Hevgirtina Xwendekarên Azad a Dîcleyê bi pankarta "Heta Serok azad nebe, aştî şaşitî ye" meşiyan. Ciwanan tevî hemû astengiyên polîsan jî pankartê anîn qada mîtîngê.
Bi deh hezaran kes beriya axaftinan demeke dirêj govend gerandin û bênavber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
'AŞTIYEKE BIRÛMET'
Piştre Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn axivî got: “Bila ev qad bibe qada aştiyê. Dem dema aştiya birûmet e. Werin em bi hev re li kêleka muxatabên xwe aştiya bi rûmet ava bikin."
‘BILA BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE'
Aktivîsta TJA'yê Çaglar Demîrelê jî anî ziman ku TJA wê ji bo aştiyê li ber xwe bide. Çaglar Demîrelê diyar kir ku li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê ji nan û avê zêdetir aştî lazim e û got: “Ji ber vê yekê yên ku vê qadê tije dikin, yên aştî û azadiyê dixwazin bi xwe ne. Yê ku dê aştî û azadiyê bîne di muxatabê xwe de diyar e. Bila Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan azad bibe."
Axaftina Çaglar Demîrelê bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hat qutkirin.
Çaglar Demîrelê got: “Em azadiya civakê û jinan di azadiya Abdullah Ocalan de dibînin. Ji ber vê yekê li Rojhilata Navîn, li Tirkiye û cîhanê her roj jin tên qetilkirin. Êrişên li ser jinan zêde bûne. Netew-dewlet, dagirker û zîhniyeta mêr her roj jinan qetil dikin. Lê em jinên Kurd, jinên aştiyê dixwazin, her tim û li her derê ji bo aştî û azadiyê dibêjin 'Jin, jiyan, azadî'".
QETILKIRINA ROJNAMEVANAN ŞERMEZAR KIR
Çaglar Demîrelê bal kişand ser şerê qirêj ê li Rojhilata Navînê û qetilkirina rojnamegeran şermezar kir. Çaglar Demîrelê got: “Em aştiyê dixwazin, demokrasî û azadiyê dixwazin. Lewma divê beriya her tiştî statuya Rojavayê bê naskirin. Ji ber ku Rojava ji bo cîhanê mînak e. Şoreşa jinê li Rojavayê pêk hat. Em têkoşîn û berxwedana xwe li her derê didomînin. Em her tim rola xwe ya aştiyê dilîzin. TJA, li her derê pêşengiya aştiyê dike. Ji bo aştî û yekîtiya gelan pêşengiyê dike û wê pêşengtiyê bike. Gelê Amedê û jinên kurd aştî û demokrasiyê dixwazin. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê tecrîd ji holê bê rakirin. Beriya her tiştî divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan rabe, da ku di muzakereyan de cih bigire. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin. Azadî nêzîk e, azadiya Rêber Apo nêzîk e."
Di dema axaftina Çaglar Demîrelê de girseyê gel gelek caran bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, azadî" û "Bijî berxwdana Rojavayê" berz kirin.