Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje

ENQERE - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan piştî hevdîtina bi DEM Partiyê re axivî û got ku divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û îktîdar gavan biavêje.

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirtin, bi nûnerên Partiya Kedê (EMEP) re li Meclisê hevdîtin krin. Di hevdîtinê de li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin hatin kirin. Piştî hevdîtinê, daxuyanî hate dayin. 
 
GAVÊN DIVÊN BÊN AVÊTIN RÊZ KIR 
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan di daxuyaniyê de wiha got: “Têkildarî pêvajoyê agahiyên dawî hatin parvekirin û me fikrên xwe bi hev re parve kirin. Em dixwazin bibêjin ku banga ji Îmraliyê hatî, bêdengkirina çekan, nîqaşkirina pirsgirêka Kurd a li ser platformên demokratîk û aştiyane, ji bo demokratîkbûnê gelek girîng in.” 
 
Bi domdarî Aslan, anî ziman ku serkeftina pêvajoyê dê ji hêla aborî û siyasî ve jî bi xwe re encamên erênî bîne û wiha domand: “Lewma em ji bo pêvajo bi demokratîkbûnê biencam bibe û pirsgirêka Kurd li ser bingeheke aştiyane û mafên wekhev were çareserkirin, me nêrînên xwe parve kirin. Partiya me ji berê heta niha her tim ev tişt got; ji bo pirsgirêka Kurd ji dorpêça şer were derxistin û pevçûn bi dawî bibin, di mijara avakirina zemîneke demokratîk de divê îktîdar jî gavan biavêje, dewlet jî gavan biavêje. Rakirina tecrîda li Îmraliyê, cîbicîkirina efûya siyasî, bidawîkirina polîtîkaya qeyûman, bidawîkirina zextên li ser saziyên demokratîk, rawestandina operasyonên derveyî sînor û vegera hevşaredaran a li peywira xwe, dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng bin.” 
 
Aslan, anî ziman ku divê her kes erk û berpirsyartiyên dikevin ser milê xwe tavilê bicih bînin û wiha pê de çû: “Ji bo ku temamiya van pêvajoyan li ser zemîneke bêhtir demokratîk bên nîqaşkirin, divê her kesê erk û berpirsyartiyên xwe tavilê bicih bînin. Nayê qebûlkirin ku ev bang bê vehêlandin. Ji bo me mijara esasî ew e ku ev pêvajo bi rê û rêbazên aştiyane, mercên wekhev û demokratîk bên çareserkirin.” 
 
Di berdewamê de Aslan bal kişand ser êrişên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan jî tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bûn şahidên komkujiyên hêzên HTŞ’ê yên li dijî Elewiyan. Em careke din bang dikin ku van pevçûnan û komkujiyên li dijî Elewiyan bi dawî bikin.” 
 
BAKIRHAN: BANG JI BO 85 MILYONAN HATIYE KIRIN 
 
Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêk bi rêyên muzakere û diyalogê bên çareserkirin metna bangawaziyê nivîsandiye û wiha got: “Serkeftina pêvajoyê, bi beşdariya çalak a tevahiya dînamîkên birêxistinkirî yên civakê, muxaleeta civakî û siyasî dibe. Di hevdîtina me ya bi EMEP’ê re de wan jî gotin ku ew girîngiyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk û ji bo ev pêvajo veguhere pêvajoya aştiyê dê tişta ji dest tê bikin. Ev yek biqder û qîmet e.” 
 
Bakirhan, wiha domand: “Ev bang ne tenê ji bo Kurdan û DEM Partiyê hatiye kirin. Ji bo 85 milyon welatiyên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, jinan, ciwan û me tevan hatiye krin. Têkoşîna Tirkiyeyeke demokratîk a bêşer û bêpevçûn ku kesek lê jiyana xwe ji dest nadin, bi vê bangê dest pê kiriye. Ev bang, start e. Ji bo ev bang bigihije cihê xwe, hewcehî bi yekitiya hêzê heye.” 
 
Şande dê saet di 13.00’ê de jî biçe serdana Navenda Giştî ya CHP’ê. 
 

Sernavên din

16:19 Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
15:11 Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
15:02 CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin HATE NÛKIRIN
14:52 Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje
14:23 Li gelek bajaran civînên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi gel re hatin lidarxistin
13:56 Li Şirnexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:48 Saziyên ziman piştgirî dan bangê: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
13:28 SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
13:19 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:12 Tekane hinceta cezayê li Halîse Aksoy hatiye birîn îfadeyên şahidan e
12:48 Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin
11:39 Êrişên li Sûriyeyê vegot: Çek li Suniyan hatin belavkirin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
11:16 ‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’
10:55 MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da
10:40 Dirûşma Newroza 2025’an diyar bû
10:14 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê dest pê kir
10:12 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
09:59 Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin
09:57 Aktîvîstê Belûc: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide me
09:35 Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje
09:02 Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Agirê azadiyê ku ev 2637 sal in nayê vemirandin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2025’AN
09/03/2025
17:12 DEM Partiyê kongreyên xwe yên bajar ên Çewlig û Eskîşehîrê li dar xist
16:43 Amedê piştgirî da banga Ocalan: Divê meclis komîsyonê ava bike
16:38 ‘Civînên Gel En ji bo Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kirin
16:24 ‘Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê berpirsyarên komkujiyan e’
15:50 Mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû
15:49 Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet êdî gav biavêje
15:45 Ji bo betalkirina cezayê îdamê yê 3 jinên Kurd bang hate kirin
15:36 Tulay Hatîmogûllari: Em xwedî li têkoşîna Ocalan derdikevin
15:08 Peyama Ocalan a ji bo gelê Wanê: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
14:59 Bakirhan: Ocalan ji bo nêzikatiya ‘înkarger a dewletê dibêje ‘veguherin’
14:33 ‘Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin
13:10 Di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
12:13 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em ê Rêbertiya xwe azad bikin
11:30 Fîlozofê navdar Edgar Morîn piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:00 Kesên piştî Meşa Şevê ya Femînîst hatin binçavkirin hatin berdan
10:35 HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî aşkera kir
10:00 Navendên ku Newroz bê pîrozkirin diyar bûn
09:49 Kovara Jinê bi berga ‘Em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:47 Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin
09:45 Li Amedê jinek hat kuştin
09:34 Jinên ku peyama Abdullah Ocalan wergirtin: Haya me ji berpirsyariya me heye
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan