AMED - Tevî biryara Dadgeha Bilind ku dibêje “îfadeyên şahidan bi tena serê xwe nabin sedema dayina cezayê” jî ji ber îfadeyên şahidan cezayê hefsê li Halîse Aksoy hatiye birîn.
Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Agît Îpek di qutiyekê de radestî wê hatin kirin, li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 7’ê Sibatê de cezayê hefsê da û hinceta biryarê aşkera kir. îfadeyên îtîrafkar Akbiyik û îfadeyên Serhat Karakaş ku di pêvajoya teqîbatê de dev ji guhdarîkirina wî hatibû berdan, weke hinceta cezayê hefsê hatin nîşandan.
Şahidê îtîrafkar Umît Akbiyik û Karakaş di îfadeyên xwe de îdia kirin ku endamên rêxistinên xwe li mala Halîse Aksoy vedişartin û îdiaya “mala biewle” kirin. Di biryara bihincet de cih dan van îfadeyan û ev îfadeye weke “îfadeyên rast” hatin qebûlkirin û weke sedema cezayê hate nîşandan. Di biryara bihincet de hate gotin ku zarokên Halîse Aksoyê tev li rêxistinê bûne, ew bi xwe ji “malbatên şehîdan” e û îdiaya “endamên rêxistinê li mala Aksoy diciviyan û li wir diman” hate kirin. Ji bilî îfadeyên şahidan, tu delîlên şênber nehatin nîşandan ku Halîse Aksoy fiîlên behsa xeberê kiribin. Di biryara bihincet de îdiayên şahidan rast hatin qebûlkirin û îdiaya “Halîse Aksoy sûcê endamtiya rêxistinê kiriye” hat kirin.
Parêzerê dosyayê Necat Çîçek diyar kir ku ew ê li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê bidin. Çîçek, da zanîn ku îtîrafkar Umît Akbiyik der heqê bi sedan kesan de îfade daye, hatiye tespîtkirin ku îfadeyên wî derhiqûqî ne û wiha domand: “Der heqê gelek kesan de heman îfade daye. Me xwest ku tevahiya îfadeyên Akbiyik li dosyayê bên zêdekirin lê ev daxwaza me hate redkirin. Her wiha derket holê ku dema îfadeyên Akbiyik hatin girtin, parêzerê girtek îmze kirî li edliyeyê di danişîneke cuda de bû. Me tevahiya agahî û belgeyên di vê der barê de pêşkeşî dadgehê kirin. Lê tevî vê jî nehatin qebûlkirin. Ji vî alî ve tu aliyeke hiqûqî yê vê dozê tune ye.”
'MENFAETA HIQÛQÎ YA AKBIYIK HEYE’
Di berdewamê de Çîçek bal kişand ser îfadeyên Umît Akbiyik û wiha pê de çû: “Îfadeyên wî tenê li ser bihîstinê ne. Gotibû ku mala miwekîla min ‘mala biewle ye.’ Şahideke din ê di dosyayê de cih digirt jî îfadeyên Umît Akbiyik derewand. Şahidê îtîrafkar Umît Akbiyik dema ev îfade dida, ji bo menfaeta hiqûqî gelek îfadeyên derew da. Jixwe dadgehan, di dosyayên tenê îfadeyên Umît Akbiyik tê de biryara beraetê dan. Ji ber ku pêbawer nebûn.”
'CEZAYÊN SIYASÎ NE’
Çîçek, da zanîn ku li gel ku dadgehê biryar da ku li şahidê din Serhat Karakaş guhdarî nekin jî dema biryar hatiye dayin îfadeyên wî esas hatine girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Şandeya miwekîla min darizandî, di heman demê de ji bo gelek kesên bi heman îdiayan dihatin darizandin jî biryara beraetê da. Dema em li asta dosyayê dinêrin, dibînin ku biryareke siyasî ye. Kurê miwekîla min milîtanê PKK’ê ye û jiyana xwe ji dest daye. Ji roja destpêkê heta niha pirsa çi bi kurê te bûye’ ji miwekîla min dikin. Tenê ji ber ku miwekîla min got; ‘Kurê min ji bo min şehîd e’, Dadgeriya Cezayên Sulhê bêyî ku pirseke din bike yekser biryara girtinê da. Lewma cezayê li miwekîla min tê birîn ne hiqûqî, siyasî ye. Em ê li dijî vî cezayî îtîraz bikin. Dosya bi vî halê xwe ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ têr nake. Divê di asta îstînafê yan jî jinûvedarizandinê de bê betalkirin.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel