AGIRÎ - Ordu Seferoglû bertek nîşanî serdegirtina şîna keça xwe Cansu Seferoglû da û got: “Behsa aştiyê dikin lê zilma xwe berdewam dikin. Dê aştî çawa bibe?”
Endama YJA Starê Cansu Seferoglû (Rehşan Ararat) di sala 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û li gundê wê Çalixa yê navçeya Bazîd a Agiriyê şîn hate danîn. Cendirmeyan duh bi ser şînê de girtin û malbat bi darê zorê ji mala şînê derxist. Cendirmeyan, ji malbatê re got “ji jorê talîmat heye” û deriyê mala şînê qilf kirin. Cendirme, ji bo mala şînê neyê vekirin li wir nobetê digirin û ev nobet îro jî berdewam kir.
Bavê Cansu Seferoglûyê Ordu Seferoglû bertek nîşanî tiştên hatine kirin da û got: “Di danê sibehê de bi ser mala şînê de girtin. Em ji wir derxistin. Piştre komeke din a leşkeran hat. Hêj niha jî li ber deriyê wê nobetê digirin. Dibêjin ku ji jor ferman ji wan re hatiye û dê destûrê nedin li mala şînê serdan bên qebûlkirin. Me xwest ji mala şînê 20 kursiyan bigirin lê destûr nedan.”
Bi domdarî Seferoglû anî ziman ku di demeke behsa “aştiyê” tê kirin de ev kiryar tên kirin û wiha pê de çû: “Îro jî tên behsa aştiyê dikin. Li rexekî behsa aştiyê dikin û li rexa din jî zilmê dikin, heqaretê dikin û nahêlin em şîna xwe danîn. Dê aştî çawa bibe? Divê gelê Kurd hişyar û zana be. Divê ne xapin.”
Dayika Cansu Seferoglûyê Sevîm Seferoglûyê jî wiha got: “Hatin û em ji mala şînê derxistin. Nehiştin em şîna keça xwe danîn. Di vê baranê de, di nava vê heriyê de em sersaxiyan qebûl dikin. Piştre jî tên behsa aştiyê dikin. Dê aştî çawa bibe?”
MIFTEYA MALA ŞÎNÊ BIRIN
Meta Cansu Seferoglûyê Yildiz Seferoglû ku di şer de 2 zarokên xwe winda kiriye jî wiha bertek nîşan da: “Me mêvanên xwe yên dihatin mala şînê qebûl dikir. Me ji bo wan xwarina nîvro amade kiribû. Di carekê de leşker hatin. Jin, zarok her kes derxistin derve û deriyê mala şînê girtin. Gotin ku dê nehêlin em şîna xwe li mala şînê danîn. Deriyê wê qilf kirin û mifte bi xwe re birin. Niha jî dora mala şînê girtine.”
‘EM LI SER RÊYA ZAROKÊN XWE NE’
Yildiz Seferoglûyê pirsa “Ev pêvajoyeke aştiyê ya çawa ye?” kir û axaftina xwe wiha qedand: “Heta nahêlin em şîna xwe jî bigirin. Weke dayik em van tiştan qebûl nakin. Rêbertiyê heta niha gavên pêwîst avêtiye. Ji bo aştiyê çekên xwe şewitandin lêbelê hinek kes behsa ‘poşmantiyê’ dikin. Kesek poşman nîne. Em heta dilopa dawî ya xwîna xwe jî bi zarokên xwe re ne. Em li ser rêya zarokên xwe ne. Rêya zarokên me jî rêya Rêbertiyê ye. Bila ew jî tavilê xwe komî ser hev bikin û gavên pêwîst biavêjin. Em ji bo her tiştekî amade ne. Êdî bes e.”
MA / Omer Akin