COLEMÊRG - YOAYDER’ê li navçeya Şemzînanê bi navê “Di Îslamê de civak û jin” li dar xist û nîqaş hatin kirin.
Komeleya Lêkolîna Olê û Piştevaniyê ya Alimên Olê ya Geverê (YOAYDER), li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi sernavê “Di Îslamê de civak û ol” li dar xist. Panel, li eywaneke dawetan hat lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî tev li bûn.
Di destpêkê de ji Kongreya Îslama Demokratîk Lokman Ozdemîr axivî û bal kişand ser rêxistinbûna zêde ya cîhadperestan a li Şemzînanê. Piştre jî Qur’an hate guhdarîkirin.
Piştre jî axêver miftiyê berê Abdullah Sagir û endama Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn axivîn.
Sagir, anî ziman ku tevgera azadiyê ya Kurd bû wesîle ku dengê jinan li her derê belav bibe û got: “Mixabin cihên jin xwe jê vedikişînin em zilam tije nakin. Cihê jin lê nebin, kêm dimîne. Heke jin nebe civakek leng e, kor e. Hewceye jin di serdema pêş de di van qadan de cih bigirin û teşe bidin civakê.”
ROLA JINÊ
Dîba Keskînê jî îşaret bi wateya Qur’anê kir û got ku hewceye were fêmkirin û wisa bê xwendin. Dîba Keskînê anî ziman ku gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn ji bo mirovahiyê têdikoş e û got: “Heke em civaka xwe fêm nekin, em nikarin pêşde gavê biavêjin. Heke em jinan di hundirê malê de bigirin, karên malê pê bidin kirin, xwarinê pê bidin çêkirin, nehêlin derkevin nav civakê, em nikarin pêş bikevin. Ên ewil bi Îslamiyetê bawerî anîn, jin in, şehîdên ewil ên di rêya olê de jin in. Jinan di her qada jiyanê de cih girtine. Em ê li pey ‘sedemên’ jinan di hundirê malê de digirin, jinan paşde dihêlin bikevin. Banga me ji bo hemû zilama ye. Pêşiya jinan negirin. Zilam, di tevahiya dîrokê de ji bo gelek qadên tê de cih girtine deyndarên jinan e.”
Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.