ÎZMÎR - Nûnerên komeleyên Romanan û partiyên siyasî serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê kirin û têkildarî pêvajoya aştiyê gotûbêj kirin.
Li Îzmîrê nûnerên komeleyên Romanan û yên partiyên siyasî di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana Rêxistina Partiya Wekehî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kirin. Nûnerên Romanan ji aliyê Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin, Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Selçûk Odabaşi û rêverberên rêxistina bajêr ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de pêvajoya aştiyê û pirsgirêkên Romanan hatin gotûbêjkirin.
Di serdanê de Sekreterê Giştî yê Guzel Partî Cafer Heptepe axivî. Heptepe diyar kir ku gelê Roman û gelê Kurd bi tundiyê re rû bi rû mane û ew vê yekê qebûl nakin. Heptepe, rave kir ku li Tirkiyeyê 12 milyon Roman dijîn û ev tişt got: “Bi tu awayî pitgirî ji bo me nehatiye dayîn. Rêxistinbûna me hat astengkirin. Em tên vederkirin. Zarokên me tên vederkirin. Cihên em dijîn pir xirab in. Ji ber vê em wek gelê Roman çewsandî û bindest in. Hûn bûne dengê me em ji bo vê spasiya xwe ji bo we pêşkêş dikin.”
Piştre Parlemanterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axivî û bal kişand ser pêvajoya aştiyê û diyar kir ku ev ne tenê pirsgirêka Kudan e. Akin, destnîşan kir ku bêyî cudahî ew ji bo çareseriya hemû gelan di nava helwdanê de ne û ew ê her tim li dijî bêedaletiyê rawestin.
Serokê Kooperatîfa Doga Încîsî ya Îzmîrê Huseyîn Heptepe, di serdanê de axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd di warê berdêlan de dişibe gelê Roman û gelê Roman ji her qadê tên vederkirin.
Serdan piştî peyamên pişgiriya ji bo pêvajoya aştiyê bidawî bû.
