SÊRT - Çetîn Arkaş li Sêrtê di civîna gel de axivî û got: “Em tevek dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn. Têkoşîna me ji bo vê ye.”
Li Sêrtê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk “Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Civîn, li eywaneke dawetan a bajêr hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî tev li bûn. Çetîn Arkaş, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa weke axêver tev li bûn. Di civînê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”,“Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN GAVA HERÎ GIRÎNG E’
Sûzan Akîpayê geşedanên di çarçoveya pêvajoyê de diqewimi bi bîr xist û got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan înîsiyatîf li xwe girtiye û pêvajo daye destpêkirin. Sûzan Akîpayê bi domdarî got: “Pêvajoyeke girîng e. PKK xwedî dîrokeke 52 sala ye. PKK’ê, hebûna gelê Kurd da qebûlkirin. Têkoşîna herî dirêj a li Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Ev pêvajo, entegrekirina mafên neteweyî yên gelê Kurd di destûra bingehîn de ye. Entegrasyona demokratîk jî armanc dike ku di bin sîwana komara demokratîk de bi hev re bijîn. Azadiya Abdullah Ocalan, dê gava herî girîng a pêvajoyê be.”
‘EM JI XWE Û TÊKOŞÎNA XWE BAWER BIN’
Ayla Akat Atayê jî gotina Abdullah Ocalan a “xwezanîn, zanîna herî bingehîn e” bi bîr xist û got: “Weke gelê Kurd heke em xwe û têkoşîna xwe bizanin, dê bibînin ka pêvajo çawa bi ser dikeve. Em xwe nas bikin, ji têkoşîn û berxwedana xwe bawer bin. Dema azadiya gelê Kurd heye. Ew dem jî dê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were. Em ê civakên tu caran nehatine gel hev bînin gel hev û pêvajoya avakirina civaka demokratîk bidin destpêkirin. Ne pêvajoyeke dan-standinê ye. Pêvajoya hevfêmkirinê e. Armanca me ew e ku pêvajoyeke hemû gelek qezenc dikin û bi hev re dijîn ava bikin.”
‘EM DI AZADIYÊ DE BIISRAR IN’
Çetîn Arkaş jî da zanîn ku gelê Kurd emrê xwe di girtîgehê de û bi têkoşînê derbas kiriye û wiha got: “Em di hinek tiştan de înad dikin. Ew jî azadî ye. Ev têkoşîne ne tenê meseleya Kurdîniyê ye. Navên Kurdistan û Kurdîtiyê kirin tabûyek. Zagon derxistin. Ji her kesî re gotin Kurd tune ne. Dibe ku hûn vê rastiyê tune bihesibînin lê hûn nikarin tune bikin. Rastî bi awayekî teqez dîsa xuyanî dibe. Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd jî ev nîşan da. Osmaniyan di nava 300 salan de par bi par xaka xwe winda kir û gihişt vê astê. Hin kes vê ferq dikin. Lewma ev pêvajo dest pê kir.”
‘EM BI YEKITIYA GELAN RE NE’
Arkaş, got ku gelê Kurd tu caran dev ji azadiya xwe bernedaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tişta ku hêza berxwedanê dide me jî ev îrade û gelê me ye. Ji bilî jiyaneke birûmet a gelekî, tu daxwazên me yên din nînin. Pirsgirêkeke me bi gelê Tirk re nîne. Wan jî bi qasî Kurdan êş kişandiye. Tişta em li dij, polîtîkaya dewletê ye. Em êşên wan parve dikin lê divê ew jî êşên dayikên me fêm bikin. Hesasiyetên dayikên Tirk hene lê hesasiyetên dayikên me jî hene. Hebûna Kurdan hate înkarkirin lê niha ditirsin nav lê bikin. Em li gel yekitiya gelên Rojhilata Navîn in. Di felsefeya Rêber Apo de gel hene û navê vê neteweya demokratîk e. Em hemû dikarin bi hev re di bin sîwana neteweya demokratîk de bijîn. Têkoşîna me ji bo vê ye.”
‘RASTIYA KURD NAYÊ ÎNKARKIRIN’
Çetîn Arkaş, îşaret bi zextên ser gelê Kurd kir û axaftina xwe wiha qedand: “Hewce nake heman êşan dîsa bijîn. Gelê Kurd êdî xwe nas kir û ji hebûna xwe şerm nake. Pêkanîna vê, şoreşa herî mezin e. Dev ji şermkirinê berde, niha hemû dinya li têkoşîna wan dinêre. Hêviyê dide gelan. Lê tu yek ji van wisa bi hêsanî çênebûn, bedel hatin dayin û me wisa xwe gihand van rojan. Gelekî bedelan dide jî zû bi zû dev ji destkeftiyên xwe bernade. Lewma jî kesek nikare ziman, çand û hebûna me înkar bike. Divê hinek tişt bên qebûlkirin. Ev hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Tirkan derbasdar e.”
Hevdîtin, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.
