STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê, di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de, ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şandin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan a 10-17'ê Kanûnê de ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şandin. Berî şandina kartan li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê daxuyaniyek hat dayîn. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Em ji girtiyên nexweş re kartan dişînin" hat daliqandin. Gelek caran dirûşmeyên wekî "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" û "Mirov bi mafên we mirov e" hatin berzkirin.
Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ê Stenbolê Umît Efe, got: "Em ê bi navê azadî, edalet û pêşerojê ji bo cîhanek bê îşkence ji hemü girtiyan re, bi taybetî ji girtiya nexweş Hatice Onaran re kartan bişînin. Em Roja Mafên Mirovan a hemû kesên girtî pîroz dikin."
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Merak Nergîs Şahîn ku axivî, diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê ji her alî ve ji bo girtiyan bûne cureyekî ceza û got: "Ji ber nebûna xwegihandina tenduristiyê, bi sedan mirin li girtîgehan çêbûne û gelek girtiyan organên xwe yên girîng winda kirine. Wekî din, bi vekirina cureyên nû yên girtîgehan re, tecrîd hîn zêdetir dijwar bûye û girtî ji dîtina rojê û nefesgirtina hewayê jî bêpar mane. Xizanî û bêpariya kûr bi awayekî herî zelal di girtîgehan de xuya dibe. Bi rastî, xwarina nebaş û netendurist, nekarîna malbatan ji ber kêmbûna çavkaniyên darayî serdana girtîgehan bikin, şert û mercên fizîkî yên netendurist ên girtîgehan ji her alî ve û gelek sedemên din girtiyan neçar kirine ku di şert û mercên hîn nemirovanetir de bijîn."
Meral Nergîs Şahînê got: "Wekî ku me gelek caran destnîşan kiriye, em dizanin ku hevgirtina bi girtiyan re ji bo jiholêrakirina binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan pir girîng e. Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de, em kampanyayekê dimeşînin da ku ji bo hemû girtiyên ku em dikarin bigihîjin wan, nemaze yên nexweş, kartan bişînin da ku hevgirtina xwe ya bi wan re nîşan bidin."
Piştî daxuyaniyê, parêzvanên mafên mirovan kartên ku tê de hêvî, hevgirtin û têkoşîn destnîşankirî, bi rêya PTT'ê ya li Beyolûyê şandin girtîgehan.
