AMED - Şîna endamê HPG'ê Hacî Başaran ê jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Ji bo endamê HPG'ê Hacî Başaran (Çiya Farqîn) ku li herêma Heftanînê ya Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da, li gundê Êtşa yê Farqînê merasîmekşîn hat danîn. Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) ve bi girseyî serdana şînê hat kirin.
Apê Hacî Başaran, Hesen Başaran, di şînê de ku dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin, axivî û spasiya kesên ku di têkoşîna adil a gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane kir û got: "Wekî tovekî ji erdê şîn dibe, bi saya şervanên azadiyê em bûne milyonek. Ev hemû bi saya van lehengan in, bi saya girtiyên me yên di zindanan de ne, bi saya birêz Ocalan in. Bi 6 kesan dest pê kirin û niha gihîştine milyonan. Hemû cîhan behsa Kurdan dike. Bila baweriya me bi me tam be."
