Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin

  • rojane
  • 15:55 26 Kanûn 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyên bi munasebeta salvegera Komkujiya Roboskî hat dayîn de, banga hevrûbûnê hate kirin.

Li gundê Roboskiyê yê ser bi navçeya Qilabanê ya Şirnexê ve 34 kesên ku ji wan 19 zarok bûn di bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê de hatibûn kuştin. Di daxuyaniyên bi munasebeta salvegera komkujiyê de li Amed û Dêrsimê hatin dayîn de banga hevrûbûnê hate kirin. Herwiha di vê çarçoveyê de Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, pişniyarpirs pêşkêşî Meclisê kirin.
 
AMED
Li Amedê, Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi boneya bîranîna qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê li ber kantîna Fakulteya Perwerdehiyê kom bûn û xwestin heya ber Fakulteya Fenê ji bo bîranîna qurbaniyan bimeşin. Di destpêka meşê de polîsan xwendekar dorpêç kir û paşê êrişî xwendekar û rojnamegerên ku meşê dişopandin kir.
 
Xwendekaran nerazîbûn nîşanî êrişê da û polîs neçar man ku destûra meşê bidin. Xwendekaran pankarta “Birîna Roboskî birîna me ye bîranina wê roniya me ye” vekirin. Di meşê de bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Komkujiya Roboskî nayê bîrkirin”, “Ciwan dimeşin erd û ezman diheje” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
 
Daxuyanî li ber derê Fakulteyê Fenê hate xwendin. Daxuyaniya bi Tirkî Sîdar Kîye xwend, daxuyaniya bi Kurmancî jî Hozan Nas xwend.
 
Hozan Nas anî ziman ku Komkujiya Roboskiyê ne xeteyek bû û ev tişt got: “Şeva 28’ê Kanûna 2011’an de, li gundê Roboskiya ya girêdayî navçeya Qilabanê ya Şirnexê, 34 welatiyên sivîl ku 19 ji wan zarok bûn, yên ku ji bo debara xwe bazirganiya sînor dikirin, bi bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) hatin qetilkirin. Ev ne ‘xeteyek’ bû; ev encama polîtîkayên înkar û şer ên sîstematîk û mînaka herî dawî ya polîtîkayên şer ên li ser gelê Kurd bû. Ev 14 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Di salvegera 14emîn a komkujiyê de jî hawar dayikan hîna di guhên me de ne. Edalet hîna pêk nehatiye. Serdozgeriya Leşkerî got ‘xeteyeke mecbûrî’ bû û daraza sivîl dosyeyê girt, serlêdana ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hate redkirin. Bêcezahiştin berdewam dike; faîl tên parastin. Roboski, wekî xelekek ji zincîra komkujiyan a ku ji 33 Guleyan heta Dersimê, ji Pirsûsê heta Garê Enqereyê dirêj dibe, bêceza ma.”
 
Hozan Nas diyar kir ku sala 2025’an bûye sala hêviyên ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û ev hêvî ji nû ve şîn bûye û wiha got: “Bi bangên aştiyê yên birêz Abdullah Ocalan, biryara PKK’ê ya çekdanînê, komîsyona ku di Meclîsê de hate avakirin û pêşveçûna rewşa bêşerî, di ‘Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk’ de gavên girîng hatin avêtin. Ev pêvajo xwedî potansiyeleke wisa ye ku rêya aştiyê vedike û rêya şer digire. Lê belê, aştiyeke rastîn bêyî hevrûbûna komkujiyan û bi dijî derketina heqîqatan re ne pêkan e. gotina ‘aştiyê’ dê kêm bimîne. Hewldanên aştiyê yên 2025’an, ji bo dermankirina birînên mîna Komkujiya Roboskiyê fersendeke bêhempa ye. Divê bêcezahiştin bi dawî bibe ku komkujiyên nû çênebin; divê komîsyonên heqîqetê werin avakirin ku lihevhatina civakî pêk were.”
 
Hozan Nas di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku rêya aştiyek mayînde li ser vê axê, di Roboskiyê re derbas dibe û wiha got: “Banga me ew e ku em wekî mirovên xwedî wijdan; me Roboski ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin! Hemû berpirsên komkujiyê, leşker, sivîl, siyasî, werin darizandin û cezakirin! Di pêvajoya aştiyê ya 2025’an de heqîqeta Roboskiyê bibe navend. Divê hevrûbûnek bi komkujiya Roboskî çêbibe û edalet pêk were! Pirsgrêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin; dawî li polîtîkayên şer were anîn! Em bejna xwe li ber bîranîna 34 qurbaniyên Roboskiyê bi rêzdarî ditewînin û êşa malbatan parve dikin. Werin em hêviyên aştiyê yên 2025’an bi edaleta Roboskiyê tacîdar bikin ku careke din zarok bi bombeyan nemirin. Ji bîr neke, nede jibîrkirin! Ji bo edaletê, ji bo aştiyê bibe deng!”
 
DÊRSİM
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, bi boneya qetlîmanên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila qetlîamên Mereş, Girtîgehan û ya Roboskî bên ronîkirin. Em edaletê dixwazin” hatin hilgirtin.
 
Endamê MYK a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di meha Kanûnê de binpêkirinên dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî jiyanê sîstematîk bûye û ev tişt got: “Sûcên li Mereş, girtîgehan û Roboskî hatine kirin sîstematîkbûna binpêkirina mafê jiyanê ya ji aliyê dewletê ve nîşan dide. Dewlet ji dêleva ku welatiyan biparêze, li dijî Kurd, Elewî û şoreşgeran bi domdarî polîtîkayên tundiyê sepandiye. Girtina dosya û parastina berpirsiyaran nîşan dide ku bêcezakirin bûye polîtîkayek sîstematîk a dewletê."
 
JI DEM PARTIYÊ PÊŞNIYARPIRS
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, têkildarî Komkujiya Roboskiyê pişniyarpirs pêşkêşî Meclisê kirin.
 
 
 
 
 

Sernavên din

16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir