NAVENDA NÛÇEYAN - Komên çekdar ên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê, avahiyên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê veguherandin nuqteyên leşkerî.
Komên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê, hejmarek avahiyên sivîl ên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veguherandin nuqteyên leşkerî. Ji wan avahiyan, Nexweşxaneya Texesusî ya Sûrî - Fransî, dibistana El Kelîme, dibistana Ebdulletîf Neinai, dibistana Îskenderon, dibistana Elî Nîdal Doya, nexweşxaneya Estoriyan, mizgefta Îbrahîm Bin El Edhem, avahiya Gerînendetiya Çandiniyê ya Helebê û mizgefta El Seîd e. Herwiha bi dehan kargehên derdora herdu taxan jî ji bo xalên leşkerî kirine nuqte û çek li ser banên wan hatin danîn.
Çavkaniyan dan zanîn ku koman hin malên welatiyan li taxa Suryan a nêzî taxa Eşrefiyê vala kirin û kirin nuqteyên leşkerî.
Hemwextî van binpêkirinan sewqiyatên leşkerî yên komên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê li derdora herdu taxan hatine bicihkirin. Herwiha koman bi armanca talankirinê ji welatiyan xwest ku ji malên xwe derkevin û balafirên bêmirov ên biçek li asîmanê herdu taxan gerandin, heta niha jî balafir li asîman digerin.
