‘Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike’
- jin
- 10:20 28/4/2021
Derûnnas Şîlan Surmelî, bal kişand ser zêdebûna mirinên biguman ên jinan û got: “Rewşên ku jinan ber bi întîharê ve dibe bi rizîbûna civakê ve girêdayî ye. Amûra herî mezin a faşîzmê tundiyê. Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike. Ev jî ewil bandora xwe li ser jinan dike.”