Li Rihayê jinek hate qetilkirin
- jin
- 14:05 22/11/2024
Jina bi navê Leyla Uren ku demekî dirêj agahî jê nedihatin girtin, li Rihayê di mala tê de dijiya bi awayekî qetilkirî hate dîtin.
Jina bi navê Leyla Uren ku demekî dirêj agahî jê nedihatin girtin, li Rihayê di mala tê de dijiya bi awayekî qetilkirî hate dîtin.
Navenda Piştevaniya Jinan a qeyûm 7 sal berê li Wêranşarê girtibû, bi dirûşma “Gotina me xelas nebûye, em ê bi hev re tundiyê bisekinîn” hate vekirin.
Meclisa Jinên Karsaz a DTSO’yê û Lijneya Peyanerên Jin a TOBB’ê li Amedê “Komxebata di aboriyê de jin” li dar xistin. Di komxebatê de hate gotin ku rolgirtina jinan a di aboriyê de dê refaha civakê jî baştir bike.
Parêzer Çiro Şiwanî, diyar kir ku “Qanûna Rewşa Kesî” ya li Iraqê li ser jin û zarokan metirsiyeke mezin e û got: “Parlamento li şûna ku pêşî li tundiya li ser jinan bigire, em dibînin bi vê qanûnê hewl dide ku rê li ber tundiyê veke.”
Jinên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de daketin qadan diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê bidomînin û wiha gotin: “Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin.”
Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ekrem Canalp, psîkolog Recep Taşkin weke Koordînatorê Midûriyeta Jinan tayîn kir.
Jinan ji bo meşa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ku dê li Wanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin û diyar kirin ku ew ê li qadan li dijî feraseta mêr-dewletê daxwazên xwe biqîrin.
Çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê didomin. Jinên li Stenbolê rê girtin, ji bo tevlibûna meşa Taksîmê bang kirin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû li pêşiya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî axivî û got ku di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin û bal kişand ser qanûnên heyî.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcakê diyar kir ku wan midûriyetên jinan ên ku ji aliyê qeyûmt ve hatibûn bêerkkirin yek bi yek çalak kirine û projeyên ku ew ê bi sernavê "Tundî, tiryak, budçe û bajarê ewledar" pêk bînin vegot.
TJA’yê li Amedê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi jinan re hevdîtin kir.
Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren li Meclisê axivî û wiha bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriyê yên îktîdarê: “Heke hûn aştiyê bixwazin, dest bidin destê Îmraliyê. Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye.”
Şaredariya Cizîrê ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û ji bo piştevaniya bi jinan re, xeta “Alo Şîddet”ê vekir.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê têkildarî binpêkirinên li GGM’an li dijî jinên penaber tên kirin daxuyanî dan. Hat diyarkirin ku dê têkoşîna wan a li dijî sepanên dermirovî bidome û xwestin GGM bên girtin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku herî zêde jin ji polîtîkayên şerê taybet biandor dibin û got: “Gelê kurd tu caran li dijî vê serî netewand. Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin.”