Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
- rojane
- 15:49 13/10/2024
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniya “Azadiyê” ya li Amedê de axivî û got ku rêya çareseriya pirsgirêka kurd ji Îmraliyê re derbas dibe.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniya “Azadiyê” ya li Amedê de axivî û got ku rêya çareseriya pirsgirêka kurd ji Îmraliyê re derbas dibe.
Berxwedana girseya ji Herêma Botanê bi daxwaza tevlibûna “Mitînga Azadiyê” bi rê ketî bi ser ket. Welatî, ber bi Amedê ve ketin rê.
Li Amedê bi hezaran kesên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatin bahev, tevahiya rojê li dijî astengiya polîsan li ber xwe dan.
Tehliyeya girtî Dijwar Nesrî Îsmaîl 3 sal in tê astengkirin. Di biryara têkildarî taloqkirina tehliyeya Îsmaîl de “dîrok” tune bû. Wezareta Dadê bersiv da pêşnûmeya têkildarî mijarê û ji bo nebûna dîrokê got “Rast nîne.”
Girseya ku ji bo “Mitînga Azadiyê” ji Rihayê bi rê ketibû, ber bi Amedê ve dest bi meşê kir.
Girseya ku ji herêma Botanê gihiştin navçeya Xana Axparê, ber bi Amedê ve dest bi meşa “Azadiyê” kirin.
Bi hezaran kesên li her çar aliyên Amedê hatin gel hev, daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” qîriyan.
Bi hezaran kes ji bo tevlibîna “Mitînga Azadiyê” li Semta Ofîsê û Cadeya Goçmenlerê tên gel hev.
Li gelek bajaran ji bo hilbijartina serokên nû yên baroyan dengdayîn dest pê kirin.
Li Karamanê wesayîteke karkeran wergeriya. Di qezayê de yek jê zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Bi ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû re 10 sal derbas bûn lê hêj jî faîlên wî nehatine girtin. Şemsa Bagdû diyar kir ku heta faîlên hevjînê wê tên girtin û cezakirin dê têkoşîna wan bidome.
Li navçeya Orhaneliyê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin. Têkildarî bûyerê kesek hate binçavkirin.
Bi hezaran kesên ji bo “Mitînga Azadiyê” ji bajarên cuda berê xwe dan Amedê, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Çalakvan, astengkirina polîsan protesto dikin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser merhebakirina Bahçelî ya berê wiha gotibû: “Ez nabêjim wê lihevkirin, merhebakirin çênebe. Ger bi rastî jidil bin û çareseriyê bixwazin, dê di nava xwe de peymaneke civakî îmze bikin. Ew ê bi hev re li ser maseyê rûnên."
Bersiva daxwaznameya Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar hate dayin. Di bersivê de hate gotin ku li hezar û 93 kesan ketina Meclisê hatiye qedexekirin.