Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
- rojane
- 08:15 13/10/2024
Kesên ji bo beşdariya “Mitînga Azadiyê” ya li Amedê ji Edene û Mêrsînê ketin rê, bi çalakiya rûniştinê astengkirina polîsan protesto kirin.
Kesên ji bo beşdariya “Mitînga Azadiyê” ya li Amedê ji Edene û Mêrsînê ketin rê, bi çalakiya rûniştinê astengkirina polîsan protesto kirin.
Girseya ku dixwest biçe Amedê li dijî astengiya polîsan çalakiya rûniştinê li dar xist û got: "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."
Baroya Şirnexê Lijneya Giştî li dar xist. Abdullah Findik bû serokê baroyê.
Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê bang li gelê Botanê kir ku tev li mitînga “azadiyê” ya li Amedê bibin.
Siyasetmedar Aldar Xelîl anî ziman ku gelê başûrê Kurdistanê divê dengên xwe ji bo demokasiyê biavêjin sindoqan û got: “Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya rasteqîn bikin.”
Di kongreya Baroya Enqereyê de endamên Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd û sosyalîst kirin.
Di çalakiyên ku ji bo girtiyên li Enqere û Stenbolê hatin lidarxistin de daxwaza berdana girtiya nexweş Hatîce Onaran hat kirin
Hevseroka OHD’a Amedê Gîzem Mîran di kongreya Baroya Amedê de axivî û got: “Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Îmraliyê nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka kurd e.”
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li çar bajaran ji bo aqûbeta windayan çalakî li dar xistin û destnîşan kirin ku heta winda bên dîtin û faîl bên cezakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Li Dîlokê kesê bi navê Ahmet Demîr hevjîna xwe Emînde Demîr û çar zarokên xwe qetil kir.
Dayikên Şemiyê vê heftê bal kişandin ser qetilkirina 11 gundiyên li navçeya Pasûrê û gotin: "Em ê tu carî dev ji daxwazên xwe yên edaletê bernedin."
Welatiyên xwestin ji bo mitînga “azadiyê” ya Amedê derkevin rê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Gelek welatiyên bi derfetên xwe derketin rê bi dirûşmeya “Her der Amed her der berxwedan” nerazîbûn nîşan dan.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di panela ji bo astengdaran a Şaredariya Wêranşarê de axivî û diyar kir ku ew ê serokatiya daîreya astengdaran heta dawiya salê li Wan û Mêrdînê jî ava bikin.
Şofêrên TIR’ên ku xwestin derbasî Herêma Kurdistanê bibin bi daxwaza ku tevdîrên ji bo ewlehiya wan bê girtin dest bi grevê kirin.
Welatiyên li Stenbolê dê ji bo mitînga “azadiyê” ya li Amedê derkevin rê, li gelek deveran li hev kom bûn û govend gerandin.